Li Hindistanê baranên mûson: Hezar û 200 kes mirine

Ji ber baranê mûson ên di nava vê salê ya li Hindistanê de hezar û 200 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî bîlançoya AFP’ê ya ku agahiyan dispêre daneyên fermî, bîlançoya giran a ji ber baranên mûson ên îsal eşkere kir.

Di dema baranê ya nava meha Hezîran û Îlonê de, nêzî hezar û 200 kesî jiyana xwe ji dest dane. Hezar û25 kes jî ji ber baranê bandor bûne.Tenê li 5 eyaletan nêzî hezar kes mirine.

Eyaleta Kerala ya dikeve dawiya başûrê rojhilatê welat di bin avê de ma. Li vê eyaletê bi sedan kes mirin.

Sala borî ji ber baranên mûson ya li Hindistanê 667 kes miribûn. Li Nepalê 87, li Bangledaş 29, ji ber barana zêde û hezînê jiyana xwe ji dest dabûn.

Ji ber barana zêde ya sala borî li Srî Lanka ya li ser Okyanûsa Hind 24 kes miribûn, 175 hezar kes jî bê mal mabûn. Li Srî Lankayê di sala 2016’an de 224 kes miribûn.