BI DÎMEN

Besê Hozat: Em dikarin nehêlin ku pêvajo li ber destê desthilatdariyê bibe amûrek

Hevseroka Giştî ya KCK'ê Besê Hozat got, "Eger muxalefet, rêxistinên civakî yên sivîl û hemû beşên civakî têkoşîneke xurt bimeşînin, hingî em ê nehêlin ku ev pêvajo bibe amûrek li ber destê desthilatdariyê."

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat rapora polîtîk a ku Rêber Apo pêşkêşî Kongreya 12'emîn a PKK'ê kir, pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û destwerdana hêzên hegemonîk a li netewe dewletan, êrîşên li ser muxalefetê, qirkirina xweza û civakê ji Medya Haber TV re nirxandin.

Em nirxandinên wê parve dikin:

Belgeyên Kongreya 12'emîn a PKK'ê hatin weşandin. Yek ji wan belgeyan jî perspektîfa Rêber Apo bû. Piştî perspektîf hate weşandin gelek nîqaş çêbûn û dewam kirin. Têkildarî hin mijarên di perspektîfê de êriş li ser Rêber Apo hate kirin. Têkildarî van nîqaşan û êrişan hûn dixwazin çi bibêjin?

Manîfesto, rapora polîtîk a ku Rêber Apo pêşkêşî Kongreya 12'emîn a PKK'ê kir gelekî girîng bû. Gelek rastiyên dîrokî, bi rengekî balkêş datanî holê, dinirxand. Ji aliyê dîroka jinê ve, ji aliyê dîroka gelê Kurd ve ji aliyê dîroka mirovahiyê ve rastiyên dîrokî raxist pêş çavan, weke ku dîrok li gorî rastiya dîrokê ji nû ve nivîsand. Nirxandineke bi vî rengî bû manîfesto. Bêguman li ser vê yekê gelek nîqaşên berfireh têne kirin. Hinek ji wan digihêje me jî, bêguman em bi detayên nîqaşan nizanin. Rexne hene. Li hemberî nirxandin û fikrên Rêbertî hin nirxandinên gelekî bêexlaq, bêedalet, bêwijdan û di asta êrişê de hebûn. Em van bi tundî rexne dikin, rast nabînin. Em di wê baweriyê de ne ku gelek ji wan jî bê nêteke xirab e. Bi qasî ku gihîşt me, beşek ji yên ku van nîqaşan dimeşînin yên reviyan e, xayin in, yên ku temenê xwe bi nokariyê derbas bûye, yên ku dijminatî li gelê xwe kirine. Em rexneyên ku ji aliyê van derdoran ve tê kirin weke rexneyê nanirxînin. Ew rexne nîne, reşkirin e, teşhîrkirin e, hewldana nixumandina qirêjiya xwe ye. Hewldana nixumandina sicîla xwe ya nebaş e. Eleqeya vê bi rexneyê, bi nîqaşeke çêker nîne. Nêrînên ku Rêber Apo di rapora polîtîk, manîfestoyê de anî ziman bi dehan sal in, ji dema komê û vir ve sal bi sal her ku kûrbûna xwe zêde dibe, wan nirxandinan dike. Ne ew nirxandine ku ji sifirê kiriye. Bi taybetî di manîfestoya şaristaniya demokratîk de, di parêznameya ji 5 bergan de Rêber Apo li ser Elewîtiyê jî li ser dîroka Kurdan jî li ser Marxîzmê jî li ser dîroka jinê jî nirxandinên Rêber Apo yên nû û gelekî balkêş hene. Rêber Apo bi vê manîfestoyê re ev nirxandin hîn kûr kir. Nirxandinên gelekî kûr hene ku ji nirxandinên beriya niha jî derbas kiriye. Têkildarî dîrok û rastiya jinê jî bi vî rengî ye. Li ser dîroka gelê Kurd, li ser Kurdan, li ser dîroka pêşketina civakî, li ser dîroka pêşketina mirovahiyê jî bi vî rengî ye. Li ser dîroka gerdûnî jî nirxandinên xwe yên gelekî balkêş hene. Rêber Apo bi nêrîneke xurt a diyalektîk dîrokê dinirxîne, şêweyê bikaranîna diyalektîkê ne materyalîsteke hişk e, ne metafîzîk e, bêguman van hemûyan red nake, di dema xwe de tevkariya van jî li dîroka mirovahiyê û gelan bûye. Lê belê bi nêrîneke diyalektîk a muazzam dîroka mirovahiyê, dîroka gelê Kurd, dîroka gelan, dîroka jinan bi xurtî dinirxîne. Ez jî niha hem bi nasnameya jinê, hem bi nasnameya Kurd, bi nasnameya sosyalîst, bi nasmaeya xwe ya Elewî diaxivim; dema ku bi van nasnameyan hemûyan ez manîfestoyê dixwînim, hêz û enerjiyeke bêhempa jê werdigirim. Bi coş û kelecan dibim. Kêfxweşiyeke gelekî mezin dide min. Lewma têkildarî van hemû nasnameyan ez ti nirxandineke şaş nabînim, berevajî hişê min vedike, lêgerîna min a li azadiyê xurt dike. Ez di wê baweriyê de me ku ji bo hemû hevalên jin, hemû hevalan, gelê me û hêzên demokratîk, sosyalîst bi vî rengî ye. Bêguman di nava van derdoran de jî dibe ku hin rexne, nirxandin bêne kirin. Nêrîn û tespîtên nû yên Rêber Apo dema ku li têgihiştinên hişk û jiberkirî dikeve, bêguman dibe sedema hejandinekê. Dibe ku bi derdorekê re dibe sedema nerazîbûnê jî, ji ber ku tiştên jiberkirî xera dibe, bi hêrs dibe. Ji ber ku ji wê bawer kiriye, weke xwedê jê bawer kiriye, kiriye weke ol, mirovên ku tiştên jê bawer dikir ji bo xwe kirine weke ol û baweriyê li pêşberî fikir û nêrînên nû dihejin. Dibe sedema serûbinbûnê, ev yek jî tê fêhmkirin. Em jî salan e van pêvajoyên guherîn û veguherînê dijîn. Me jî dît, em jî zanin, lewma mirov fêhm dike. Rexneyên têne kirin dibe ku ji ber nerazîbûna hejandina xwe ya ji ber têkçûna tiştên heta niha jê bawer dikir bû. Ev yek tê fêhmkirin. Em van hêja dibînin. Ev jî gelekî bi wate ne. Ev hemû jî xizmetê ji pêşketinê re dikin. Ji têgihiştineke hîn xurt, ji têkoşînê re xizmetê dike. Ev hemû hêja ne, lê belê nuqteya ku ez bi esasî rexne dikim reşkirin e ku ji aliyê hin derdorên revok, xayin û noker ve tê kirin, ku ji bo rastiya xwe binixumînin dikin. Ya ku dikin êrîş e. Ez van hemûyan bi tundî red dikim. Bila li xwe vegerin û li rastiya xwe binihêrin. Nirxandinên Rêbertî yên têkildarî Elewiyan teqez rast e. Bi taybetî nirxandinên ku Rêbertî li ser Elewiyan dike, nirxandinên ji bo Elewiyên Kurd e. Baweriya Elewî ya Kurd baweriya Rêya Heq e. Bingeha xwe dispêre Zerduştiyê. Bingeha xwe dispêre bermahiyên civaka neolîtîk, xwe dispêre baweriya anemîst, baweriya xwezayê. Elewîtiya Kurd, yanî baweriya Rêya Heq baweriya xwezayê ye, baweriyeke ekolojîk e, bandora anemîzmê gelekî zêde ye. Me bi xwe jî bi kûrahî jiya. Derdora em di nav de bûn, malbata em li nav mezin bûn malbat û derdoreke welê bû ku baweriya Elewiyan gelekî bi xurtî lê hebû. Vê yekê dikarim bi eşkere bibêjim; Rêber Apo dibêje bi destê Îttîhat Terakkiyan Elewîtiyeke nerast hate nivîsandin, bi taybetî 100 sal in, 150 sal in, li ser vê yekê hewl hate dayin ku Elewîtiya Kurd bê asîmîlekirin. Hewl dan bikin Tirk. Ev nirxandin gelekî rast e. Teqez bi vî rengî ye. Ez ji zarokatiya xwe jî zanim; dayik, bavê min jî bavê sala 1921'ê, dayika min sala 1930'î ji dayik bû. Dema ku Terteleya Dersimê qewimî bavê min zewicî ye, 3 zarokên wî hene, 3 zarokên wî, hevjîna wî. Bavê wî yanî kalkê min di Terteleya Dersimê de tê qetilkirin. Tertele, beriya Terteleyê baweriya Elewî, çanda Kurdîtiyê hîn bêhtir xurt e û gelekî zêde di vê astê de nehatibû asîmîlekirin. Em bi wê çandê mezin bûn. Em bi wê çanda Kurd, Elewî mezin bûn. Ji ber vê yekê dikarim bi hêsanî vê bibêjim; li Dersimê ji extiyaran bipirsin, wê destpêkê bibêjin 'Ez Kurmanc im, Kirmanc im. Wê bibêje zimanê min Kirmancî ye'. Piştî Terteleya Dersimê, piştî Qirkirinê nasnameya Elewîtiyê dan pêş, sereke kirin. Xistin rewşeke welê ku bidin pêşiya nasnameya neteweyî. Niha tu ji kê bipirse, wê destpêkê nasnameya Elewîtiyê bide pêş. Di vê mijarê de lêkolînên gelekî kûr ên Rêber Apo çêbûn, bi hevalan re nîqaş kir. Em bi xwe jî ji jiyana xwe zanin. Em ji xwendinên xwe, ji xwendina dîrokê zanin. Li ser Elewîtiyê min bi xwe jî gelekî xwendiye. Dema ku mirov ji vî alî ve binirxîne, teqez diyar dibe ku bi destê Îttîhat Terakkî, di nava 100-150 salan de hewl hate dayin ku Kurdên Elewî bibin Tirk; ev yek parçeyek ji qirkirian çandî, qirkirina baweriyê ye. Kes nikare vê înkar bike, ev rastiyeke. Divê mirov bi rengekî rast nêzî tespît û nirxandinên Rêber Apo bibin, hewl bidin fêhm bikin, kûrahiya wê lêkolîn bike. Nirxandinên Rêber Apo yên têkildarî Seyîd Riza jî; berê jî Rêber Apo nirxandinên bi heman rengî kiribû. Ew sekna berxwedêr a Seyîd Riza, gotina wî ya ku digot 'Min nekarî bi derewên we, ev yek bila bibe derd ji min re, lê min jî li pêşberî we çok netewand, bila ev jî bibe derd ji we re'; Rêber Apo ev yek her tim gelekî hêja dît. Anî ziman ku dersên gelekî mezin jê wergirtiye. Diyar kir ku bi wergirtina van dersan ne hate xapandin, ne jî xapand, li ser vê xetê ev têkoşîn afirand. Heman tişt ji bo Kurdîtiyê jî derbas dibe. Eger ne ji têkoşîna 52 salan a azadiyê bûya, me niha nikarîbûn qala Kurdîtiyê bikira. Wê Kurd bi temamî hatibûna asîmîlekirin, bihatina qirkirin, bi navê Kurdîtiyê wê tiştek nemabûya. Ev gelekî şênber e, bi gotina Rêber Apo 'Xwedayê zalim jî nikare vê înkar bike'. Bi taybetî dîroka 200 salên dawî bi komkujiyên fîzîkî tijî ye, bi qirkirina çandî, bi qirkirina cografî, bi qirkirinên her alî tijî ye. Lewma beriya PKK rabe îradeya Kurdan şikestibû, Kurd hatibûn tepisandin, ji îfadekirina Kurdbûna xwe ditirsiya. Nikarîbû bi Kurdî biaxive. Tê bîra min, li mala me plaqek hebû, ez biçûk bûm, plaqek ji stranên Kirmanckî bû, hingî ziman qedexe bû, Kurmancî qedexe bû, her roj li hemberî gundê me operasyon dihate kirin. Operasyonên leşkerî dibû. Timî lêgerîn dikirin, heqaret li gel dikirin, lê dixistin, sixêf dikirin, yên ku bi Kurdî diaxivîn êşkence li wan dihate kirin. Dayika min serê sibehê radibû keşfê bike, dinihêrî dema li derdorê leşker hebûya bi lez û bez em ji xewê hişyar dikir, me ew plaq dibir di nava ka de vedişart. Heta ku operasyon qediya. Dema ku dijmin ji gund vedikişiya em diçûn ew plaq ji nava ka derdixist û dianî. Dema ku leşker nebû, ji bo zimanê xwe ji bîr neke, li plaqê guhdarî dikirin, diaxivîn. Ji tirsa li ber leşker nikarîbûn bi Kurdî biaxivin. Yên ku bi Tirkî nizanîbûn lal dibûn. Me ev dît, min xwe jî ev dît. Kî dikare vê înkar bike? Kurdîtî ji ku hat ku derê. Rêbertî dema dibêje sergo, mebesta wî ev e. Qala Kurdîtiya ku ji îfadekirina xwe ditirsiya dike, Kurdê ku îradeya xwe şikestibû, karkerî, leşkerî ji her kesî re dikir, balê dikişîne ser wan. Ji bo Kurdên azad vê nabêje. Ji bo Kurdên azad û bi rêxistin vê nabêje. Ji bo Kurdê ku haya xwe ji hebûna xwe heye û ji bo wê têdikoşe vê nabêje. Rastiyeke Kurd heye ku bi hezaran salan di bin êrişê de ma û bi jihevbelavbûnê re rû bi rû ma. Di nava 200 salên dawî de jî di bin êrişên giran ên qirkirinê de bi komkujiyên fîzîkî û qirkirina çandî re dîrokek bi rê ve çû. Kurdekî ku ewqasî di binê qirkirina fîzîkî û çandî de ma, dikare bi îrade be? Hat serê me; zimanê xwe qedexe ye, di nava tirsê de dimîne. Lewma divê rast bê fêhmkirin. Bêguman di nava vê dîrokê de bi rastî jî derdoreke noker û xayin jî derkete holê ku di nava Kurdîtiyê de bû weke rehekî. Dîrokek ku bi hezaran salan di bin êrişê de derbas bû, civakek bi vî rengî bêguman dibe sedema belavbûn û rizandinên mezin. Ji nav wê jî derdoreke xayin û noker jî radibe û di nava Kurdan de jî ev zêde ye. Di nava Kurdan de tu li ku derê binihêre, tu yê li xayinekî, nokerekî rast bê. Rêbertî ji vê re dibêje Judenrat. Tu çima nerazîbûnê nîşan dide? Yên ku ewqasî nerazîbûnê nîşan didin, diyar e birîna wan kûr e. Ji ber ku birîna wan heye ewqasî nerazîbûnê nîşan didin. Xayin e, revok e, noker e. Lewma ewqasî bi rengekî qirêj êriş dike. Wê demê tu Judenrat e. Tu xayin e, noker e. Di dîroka Kurdan de ev nîne? Tijî ye. Bi jimartinê naqede. Em rabin bijimêrin ev bername têrê nake. Mînakeke şênber; rêxistiniya bi navê cerdevanan. Mînakeke şênber; niha li her derê yên ku bi dewletê re kar dikin, dijminatiyê li Kurdan dike, ji bo jiyaneke rehet ji xwe re ava bike êrişî Kurdên azad dike, bi dijmin re jî bi her awayî hevkariyê dike, kontra û tetîkkêşiyê dikin; Kurdên bi vî rengî kêm nîne. Bi nasnameya etnîkî Kurd e, lê belê dijminê Kurdan e, xayin e. Xeta hevkarî, nokeriyê çi ye? Ji bo tasfiyekirina Kurdên azad timî hevkariyê bi dijminê Kurdan re dike. Êrişî Kurdan dike, dijminatiyê dike. Derdora xayin, noker ku em jê re Judenrat dibêjin di nava siyasetê de jî hene, di nava bazirganiyê de jî hene, di nava çapemeniyê de jî hene. Li her derê hene. Li her devera civakê hene. Ez naxwazim navê wan jî bibêjim, tijî ye. Radibe di televîzyonê de weke pisporê terorê, pisporê ewlekariyê, weke rojnamevan, nivîskar diaxive, tam xayinek e. 24 saetan li wê televîzyonê dijminatiyê li Kurdan dike, polîtîkayên qirkirinê rewa dike, polîtîkayên şer rewa dike. Judenrat e. Çima tu nerazîbûnê nîşanî vê dide, eger tu nerazîbûnê nîşan dide wê demê li xwe binihêre. Dibe ku hinek hene bêyî fêhm bikin nerazîbûnê nîşan bidin. Mirov wê fêhm dikin, rexneya min ne ji bo wan e. Fêhm nake, dibêje ew Judenrat di pêvajoya qirkirina Yahûdiyan de, konseyek ji nokerên Yahûdî ye, bi Naziyan re hevkarî kiriye, çi eleqeya xwe bi Kurdan re heye? Dibe ku hişmendiya xwe ya dîrokê lawaz be, yan jî fêhm nake. Lewma rexne dike. Ev dikarin bêne fêhmkirin. Gotina min ne ji bo van e. Gotina min ji wan kesan e ku bi xwe Judenrat e û êriş dikin, êrişî van nirxandinan dikin. Yên ku bi rastiyê zanin û êrişî van nirxandinên Rêber Apo dikin. Gotina min ji bo wan kesan e ku bi rastiya xwe zanin û êriş dikin. Ti qîmeta wan jî nîne. Ya rast, divê gelekî bê nîqaşkirin. Judenrat ên li nava Kurdan divê gelekî bêne nîqaşkirin. Bi rastî jî. Divê rûyê wan bê eşkerekirin, bi şênberî. Divê bêne mehkûmkirin. Eger li Kurdistanê di nava Kurdan de Judenrat nebûya teqez wê heta niha pirsgirêka Kurd li ser bingeha demokratîk hatibûya çareserkirin. Tirkiye wê demokratîk bûya, Rojhilata Navîn wê demokratîk bûya. Eger pirsgirêka Kurd li gel ewqas berdêlên giran dewam dike, têkoşîn dewam dike, hebûna gelê Kurd misoger nebûye, Kurd nebûne xwedî statuyeke demokratîk, li welatê xwe nikare bi rengekî azad bijî sedema bingehîn, sedema wê ya sereke ev Judenrat ên li nava Kurdan e. Ev xeta noker, xayin e. Judenrat tê wateya xeta noker, xayinan. Kî dikare vê înkar bike? Lewma divê bi rengekî rast bê nirxandin û nîqaşkirin. Çapemeniya azad jî her kesên ji bo azadî û demokrasiyê têdikoşin divê bersivên gelekî xurt bidin van derdoran. Ev girîng e.

Bi heman rengî, di mijara çînî de. Belê Rêber Apo têkildarî Marksîzmê gelek nirxandinên balkêş dike. Rêbertî îflasa reel sosyalîzmê jî bi giranî bi vî rengî dinirxîne. Dibêje, 'nirxandina hemû pirsgirêkan li ser bingeha çînî reel sosyalîzm bir îflasê'. Bi rastî welê ye. Ma dîroka mirovahiyê bi çînî destpê kir? Nakokiya destpêkê ya dîrokê nakokiya navbera jin û mêr e. Ev rastiyeke. Civakîbûna destpêkê civakîbûna li dora jinê ye, komun e, klan e. Piştre mêr li hemberî jinê xwe bi rêxistin kir, dest danî ser hemû nirxên li dora civakîbûna jinê, serwerî li ser civakîbûna jinê çêkir û bi vî rengî nakokiya destpêkê ya dîrokê destpê kir. Bi vê yekê re çîn derkete holê, çînî derketin holê. Rêbertî dema qala vê dike Rêbertî nakokiya çînî red nake.

Înkar nake. Berovajî Rêbertî her tim li gorî dîroka rastî û pêşketina wê digire dest û dinirxîne. Her tim têkoşîna çînî jî meşandiye. Lê yê esasî, têkoşîn û nakokiya di navbera komun û dewletê de yanî di navbera civakîbûna ji aliyê jinê ve hatiye avakirin û sîstema desthilatdar-dewletê ya ji aliyê zîhniyeta serdest a mêr ve hatiye afirandin de pêk hatiye. Rêbertî têkoşîna dîrokî dispêre vê û teqez ev yek rast e.

Rêber Apo jî tîne ziman, di rastiyê de Marx jî di demên dawiyê de li ser vê bingehê lêgerîna wî pêş dikeve, nirxandinên wî çêbûne. Li ser Komuna Parîsê nivîsiye û nîqaşa wê kiriye. Ketiye ferqa hinek tiştan lê ne temen, ne danehev û ne jî rastiya wê serdemê derfet dane vê yekê.

Di vê wateyê de Rêber Apo jî tîne ziman ku tevkariyên Marks, Lenîn û Engels ên ji bo mirovahiyê bi rastî jî nirxên pir girîng in û qebûl dike ku li ser wan fikir û ramanan têkoşîneke xurt a civakî çêbûye, ku gelan, jinan û mirovahiyê bi awayekî mezin têkoşiyane û di encamê de nirxên pir girîng hatine bidestxistin. Mijara ku Rêbertî rexne dike ne ew e. Ji ber vê yekê, bi taybetî xebata Rêbertî ya pênc cildan û manîfesto divê ji nû ve ji aliyê van aliyan ve werin xwendin û nirxandinên berfireh li ser van parêznameyan werin kirin. Ev ê bihêle ku encamên rasttir û saxlemtir werin bidestxistin.

Her wiha di pêvajoya dawiyê de, hin peyamên hevdîtinan hatine rojevê. Tê gotin ku li ser vê nîqaş tên kirin. Tê diyarkirin ku li ser Cihûyan nîqaşên berfireh hatine kirin. Rêbertî di Manîfastoya Şaristaniya Demokratîk û parêznameyên xwe yên din de li ser Cihûtiyê nirxandinên pir girîng dike. Nirxandinên niha jî, ji wan ne qut in.

Ez pêşniyar dikim ku ev aliyên ku fêm nekirine, bi nîqaşên neheq û cûda ve nirxandinan dikin, bila dubare parêznameyên Rêbertî bixwînin. Bila bixwînin. Helbet di dirêjahiya dîrokê de eleqeya Cihûyan a li hemberî gelê Kurd gelek pêşketine. Wan her tim girîngî dane têkiliyên bi Kurdan re. Heta hin çavkaniyên Cihûyan jî dibêjin ku qewmeke wan a windabûyî heye û diyar dikin ku ev qewm Kurd-Cihûyî ne. Di dîrokê de behsa vê yekê tê kirin. Ma qey Kurdên Cihûyî nîne? Helbet hene. Bi taybetî li Mûsil, Başûr û Colemêrgê dijîn. Mîna gelek gelên din, di nava Kurdan de jî civakên Cihûyan hebûne. Bi taybetî di têkoşîna li dijî dîktatoriya Sedam de li Başûrê Kurdistanê Cihûyan ji bo pêvajoya federasyonê piştgiriyeke mezin dane Kurdan. Vê rastiyê em nabêjin, dîrok dinivîse. Rastî ev in.

Kurd li herêmê hêzeke stratejîk in. Kîjan hêz bi Kurdan re têkilî xurt bike, tifaqê bike û eleqedar bibe, ew li herêmê serweriyê bi dest dixe. Ji aliyê hêzek bingehîn û stratejîk a herêmê ve, têkiliyên stratejîk û hevpeymaniyên ku bi Kurdan re hatine avakirin roleke diyarker dilîzin. Niha her kes vê rastiyê dibîne. Tirkiye jî vê rastiyê nîqaş dike. Ma qey nîqaş nake? Nîqaş dike. Yek ji sedemên vê pêvajoyê ew nîqaş in. Aliyek a pêvajoya aştî û civaka demokratîk jî ew e. Li ser vê Îsraîl, Ereb û Fars jî nîqaş dimeşînin.

Têkiliya Kurd û Farsan jî gelek kevnar û dîrokî ye. Têkiliya Kurdan bi Tirkan re jî xwe dispêre hezar salî. Têkiliya bi Cihûyan re xwe dispêre bi hezaran sal. Niha dema ku Rêbertî vê rastiyê bi siyaseta rojane re digire dest û dinirxîne çima rastî ewqas nerazîbûn û bertekên mezin tê? Ev yek nerast e. Divê rast û bi awayekî rasyonel nêzî dîrokê bêkirin. Divê bi awayekî diyalektîk nêzîkatî çêbibe. Divê bi sosyolojiya dîrokî nêzîkatî çêbibe. Di vê wateyê de ez her kes vedixwînim ku rasttir nêz bibe.

DERBARÊ PÊVAJOYÊ

Pênasekirina vê pêvajoyê weke 'pêvajoya Tirkiyeyek bêteror' ku ji aliyê desthilatdariyê ve hatiye diyarkirin, gelekî şaş e. Em bi awayekî eşkere diyar dikin ku: em vê îfadeyê û vê pênaseyê red dikin. Divê ev pênase ji rojevê bê derxistin. Navê vê pêvajoyê zelal e: Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e. Rêber Apo di 27'ê Sibatê de banga Aştî û Civaka Demokratîk kir. Ev bang bi hevkariya şandeya dewletê û bi mutabaqatên hevpar re hate pêşxistin. Ji ber vê yekê dewlet bi xwe jî navê vê pêvajoyê weke pêvajoya aştî û civaka demokratîk qebûl dike. Di vê rewşê de pêwîste vê pênaseya 'Tirkiyeyek bêteror' ji holê rake û ji rojevê derxîne. An wê nîqaşên rast pêş nekevin û pêşketinek rast jî di pêvajoyê de pêş nekeve. Pêşî ez vê yekê bînim ziman.

Mijara duyemîn, bi şerê Îsraîl-Îranê re bêhtir qîmet û girîngiya vê pêvajoyê derket pêş. Herêm niha di nava dojeheke mezin de ye. Her dever pêl bi pêl dişewite. Niha jî bi Îranê re dora Tirkiyeyê hatiye. Ew nîqaş teqez rast in. Li Xezeyê, Lubnanê, Sûriyeyê û niha jî Îranê şer tê meşandin, êdî dor hatiye Tirkiyeyê. Herêm ji nû ve tê dîzaynkirin. Ev pêvajoyeke têkildarî dîzaynkirina herêmê ye. Ji ber vê yekê divê em nîqaşên bi tendurist bikin. Pêwîste dewlet û hikûmet jî di vê mijarê de gavên şênber bavêje. Weke tevger, pêngavên diviya ji aliye me bê avêtin, me avêt in.

Bi her awayî me gav avêtin. Bi awayekî erênî em nêzî banga Rêber Apo bûn. Di 1’ê Adarê de me agirbest îlan kir. Piştî wê me di 5’ê Gulanê de Kongreya 12’emîn a PKK’ê lidar xist. Di kongreyê de PKK’ê xwe fesix kir. Me biryara bidawîkirina şerê çekdarî girt. Niha li hemberî Tirkiyeyê me şerê çekdarî bi dawî kiriye. Em li dijî Tirkiyeyê şerê çekdarî nameşînin.

Divê Tirkiye, dewleta Tirkiyeyê li hemberî vê gavan bavêje. Li hemberî hêzeke ku li dijî Tirkiyeyê şerê çekdarî nemeşîne, wê çi bê kirin? Tirkiye wê bersiveke çawa bide vê pêvajoyê? Divê gavan bavêje. Ev hêz niha dibêje: 'Ez ê êdî li dijî Tirkiyeyê têkoşîna çekdarî nemeşînim. Ez ê çekê bi kar neynim. Ez dixwazim bêm û siyasetê bikim. Dixwazim siyaseta demokratîk bimeşînim.’

Wê demê Tirkiye wê mafên siyasî yên demokratîk ên vî gelî nas bike. Wê ji bo me amadekariyên qanûnî û destûra bingehînî bike. Wê rêziknameya qanûnî li ber çavan re derbas bike. Divê qada siyasetê bê vekirin ku kesên li dijî Tirkiyeyê çekan bikar tînin biçin û li Tirkiyeyê siyasetê bikin. Bikaribin xebatên civakî bimeşînin.

Heta niha di vê mijarê de pêngav nehatine avêtin. Ev rewş bi vî rengî pêş nakeve. Ji rawestandina şerê çekdarî wêdetir çi dikare bê kirin? Niha dora aliyê din e ku gavan biavêje. Divê mûxatab gavan bavêje. Heta guhertinên qanûnî çênebin ma gerîla wê çawa ji çiya dakevin deştan? Wê çawa karibin li deştan siyasetê bikin? Ji bo ku di deştan de siyasetê bikin, divê sererastkirinên qanûnî û makezagonî bên kirin da ku qada siyasetê vekin û mafê tevlîbûna siyasî nas bikin, da ku gerîla çeka xwe deyne û biçe nava siyasetê li deştan. Niha 'demokrasiya çekan' tê kirin. Dibêjin, 'Baş e kongre pêk hat’ lê vê carê jî dibêjin, 'Divê PKK’ê çeka xwe deyne. Piştî wê em ê komîsyonekê ava bikin. Komîsyon wê dest bi kar bike.' Ev tê çi wateyê? Ev yek nîşan dide ku niyetek wan a cidî, zîhniyeteke wan a çareserî û siyasetê nîne.

Desthilatdariya ku bi rastî jî çareserî bixwaze, dê yekser piştî ku PKK’ê dev ji şerê çekdarî berda, gav biavêta. Di roja duyemîn de dê komîsyonek ava bikira, meclîs bicivanda û nîqaşek dest pê bikira. Dê qanûnên pêwîst derxista, ji bo PKK’ê rêziknameyên qanûnî yên taybetî çêbikira. Dê mafê siyasetê bidaya û misogerkirina destûrî bidaya. Bi vî awayî, gerîla dê çekên xwe deynanda, biçûya bajêr û tevlî siyaseta qanûnî bibûya. Dewleteke cidî, dewleteke xwedî niyeteke baş, dewleteke xwedî zîhniyeta çareseriya pirsgirêkê, wê vê yekê bikira.

Di ser 12'ê Gulanê re çiqas derbas bû? Niha meha Hezîranê ye, dawiya meha Hezîranê ye; hîn jî tiştek nîne. Ev nayê qebûlkirin. Doh, pêr li Stenbolê konferansek hebû: Konferansa 'Vekirina rêya aştiyê', bi rastî jî konferanseke gelekî girîng bû. Min heta astekê şopand. Mirovên gelekî hêja tevlî bûn, nîqaşên girîng hatin kirin. Dibe ku hejmar kêm be lê belê asta wan baş bû.

Lîderên partiyên li muxalefetê hemûyan peyam ji konferansê re şandin. Ew nirxandin gelekî di cih de bûn. Bêyî çareseriya pirsgirêka Kurd Tirkiye demokratîk nabe. Ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê divê pirsgirêka Kurd li ser bingeha demokratîk bê çareserkirin. Divê nasnameya Kurdan bê naskirin. Nasnameya Kurdan bi destûra bingehîn divê bê ewlekirin. Hebûn, nasname, qada siyasetê, qada siyaseta demokratîk heta dawiyê divê bê naskirin. Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo divê pêk were. Divê Rêber Apo karibe siyasetê bike. Divê pêvajoya aştî û civaka demokratîk bi rê ve bibe, bimeşîne. Û di wan nîqaşan de jî ev hebû. Bi rastî jî partiya li muxalefeta bingehîn Partiya Gel a Komarê (CHP) divê bi xurtî xwedî li vê pêvajoyê derkeve, bi rengê herî xurt û çalak beşdarî pêvajoyê bibe.

Eger civak bi xurtî xwedî li vê pêvajoyê derkeve, muxalefet, rêxistinên civakî yên sivîl, jin, ciwan, Elewî, hemû beşên civakê bi xurtî xwedî lê derkevin, bi vî rengî têkoşîneke xurt bê meşandin, muxalefet jî bi temamî xwedî lê derkeve û tevlî vê pêvajoyê bibe, ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê polîtîkayeke xurt destnîşan bike, di vê mijarê de gavên cuda biavêje, hingî em ê karibin nehêlin ev pêvajo bibe malzemeyek li ber destê desthialtdariyê. Yanî eger ji vê desthilatdariyê re bê hiştin, ev desthilatdarî wê vê pêvajoyê bike amûrek, bi vî rengî bimeşîne û encamek jê neyê bidestxistin. Lewma divê hemû beşên civakê, rêxistinên civakî yên sivîl, muxalefet bi xurtî xwedî li vê pêvajoyê derkevin û di vê mijarê de rojevê biafirînin, di mijara çareseriyên pratîkî de projeyan dînin holê û pêvajoya nîqaş û pratîkê bimeşînin.

Naxwe di halê hazir de hîn jî gaveke şênber nehatiye avêtin. Em nikarin bibêjin ku bi temamî xitimî ye, lê belê em nikarin bibêjin ku di rêya xwe de jî dimeşe. Pêvajoyeke welê heye ku bi lawazî, bi têkoşîn, hewldana derdorên demokratîk, Kurdan, bi taybetî jî tevgera azadiyê dimeşe. Bi taybetî bi ked û hewldana mezin a Rêber Apo pêvajo heye.

Naxwe di rewşa heyî de nêzîkatiya desthilatdariyê ne ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê ye. Dibêje, 'PKK wê dest ji çekan berde, wê bê teslîm bibe'. PKK bi vê nêzîkatiyê ne çekan datîne, ne jî teslîm dibe. Em van, rojevên bi vî rengî, nirxandinên bi vî rengî bi tundî rexne dikin, red dikin. Ev desthilatdarî wê cidî be.

Herêm niha bûye mîna dojehê. Ev agir wê bi Tirkiyeyê jî bikeve. Ji bo Tirkiye xwe ji vê yekê rizgar bike yekane rê ew e ku bi Kurdan re tifaq û têkiliyeke stratejîk dîne. Çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd e, demokratîkbûna Tirkiyeyê ye. Qebûlkirina hemû derdorên li Tirkiyeyê li ser bingeha mafên welatîbûna azad e. Di rewşeke berevajî de felaketeke mezin li benda Tirkiyeyê ye.

TÊKILDARÎ ÊRÎŞÊN LI SER MUXALEFETÊ

Êrîşên li ser muxalefetê bi giranî dewam dikin. Ev yek jî radixe pêş çavan bê ev desthilatdarî bi rengekî ne cidî nêzî pêvajoyê dibe. Nîşan dide ku çareseriyeke xwe ya cidî, planeke xwe ya cidî ya ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê nîne, proje û polîtîkayeke xwe ya bi vî rengî nîne.

Eger nêteke xwe ya cidî, hewldaneke xwe, mejî û polîtîkayeke xwe ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê hebûya, wê ewqasî zext li muxalefetê nekiribûya. Wê qada siyaseta demokratîk heta dawiyê bihate vekirin.

Li Stenbolê faşîzm hebe li Amedê demokrasî nabe. Li Tirkiyeyê faşîzm hebe li Kurdistanê pirsgirêka Kurd bi rengê demokratîk çareser nabe. Li Kurdistanê demokrasî nabe. Ev nepêkan e. Ev zextên li ser muxalefetê li nava gelek derdoran dibe sedema fikaran. Yanî desthilatdariyek ku nêta xwe nebaş nebe, çima tiştên bi vî rengî bike? Dibêje, li şaredariyên CHP'ê karên ne li rê hene. Baş e li şaredariyên AKP'ê karên ne li rê nînin? Ez jî vê pêşniyar dikim: Bila komîsyoneke serbixwe bê avakirin. Endamên hemû partiyan di nava vê komîsyona serbixwe de hebe. Ji derdorên hiqûqî yên demokratîk jî gelek mirov tevlî wê komîsyonê bibe. Ew komîsyon bila li şaredariyên AKP'ê, CHP'ê û hemû şaredariyên muxalefetê dest bi lêpirsîna nelirêtiyê bike. Bila hemû şaresariyan bixe ber lêpirsînê. Bila lêkolîn bike, lêpirsîn bike. Em binihêrin bê wê rewş çi be?

Me li Kurdistanê dît. Beriya niha bi rêya qeyûman dest danîn ser şaredariyên HDP'ê. Niha jî heman polîtîkayê dewam dikin. Bi hilbijartineke nû re careke din şaredarî bi dest xistin. Enqaz hate dîtin. Hate dîtin bê şaredarî çawa xistine nava çirava deynan, xistiye nava karên ne li rê. Hemû jî qeyûmên AKP'ê bûn, mirovên AKP'ê bûn. Şaredariyên AKP'ê di nava nelirêtiyê de difetisin. Eger nelirêtî be bila lêpirsînê li hemberî van nelirêtiyan bikin.

Pêvajoya aştî û civaka demokratîk destpê kir. Wê pêşî li demokrasiyê, li siyasetê vebe. Divê muxalefet, civak hemû xwedî li vê pêvajoyê derkeve ku pêvajo bi ser bikeve. Di pêvajoyeke bi vî rengî de tu parçebûneke mezin dike. Di nava muxalefetê de tu belavbûneke mezin dike. Di nava civakê de du dijberiyê kûr dike. Li hemberî pêvajoyê tu nerazîbûneke mezin diafirîne di nava van derdoran de. Dibe sedema fikaran. Piştre jî dibêje, 'Ez ê vê pêvajoyê bimeşînim. Ez ê vê pêvajoyê bibim serî. Tirkiyeya bê teror...' Ji xwe ji vê gotina 'Tirkiyeya bê teror' tê fêhmmkirin bê xwedî mejiyekî çawa ne. Bi êrîşên li ser muxalefetê re nîşan didin bê xwedî mejiyekî çawa ne. Ez dibêjim, bên ser hişê xwe. Bila ev dewlet, ev desthilatdarî bê ser hişê xwe.

Tu êdî nikare Kurdan bixapîne. Bi dek û dolaban tu nikare Kurdan bixapîne. Ew dem qediya, ew dem bi dawî bû. Bê ser rêya rast. Dek û dolaban negerîne. Bi konjonkturê nelîze.

Li bûyeran dinihêre, li gorî wê uslûbekê bi kar tîne. Pirsgirêka Kurd pirsgirêka herî bingehîn a Tirkiyeyê ye. Sedema bingehîn a faşîzmê ya li Tirkiyeyê, sedema bingehîn a otorîterbûyînê pirsgirêka Kurd bi xwe ye. Ev polîtîkaya qirkirinê ye, polîtîkaya înkar û îmhayê ye. Rêya demokratîkbûna Tirkiyeyê bêguman ji çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd derbas dibe. Ji naskirina nasnameya Kurd derbas dibe. Ji naskirina hebûn û azadiya Kurdan derbas dibe. Tirkiye bi vî rengî dikare demokratîk bibe. Bi xwedîderketina muxalefetê ya li vê pêvajoyê, bi xwedîderketina tevahiya civakê dibe. Tu van hemû beşan ditepisîne, dieciqîne. Dixe binê tundiyeke mezin.

Divê muxalefet vê rastiyê bibîne û nekeve vê xefikê. Ev pêvajoyeke girîng e. Ked û hewldaneke mezin a Rêber Apo heye. Tevgera Azadiyê, Kurdan, hêzên demokrasiyê, jinan jî kedeke mezin dan. Ked û têkoşîneke mezin heye. Bi rastî jî ji bo ev pêvajo veguhere pêvajoya çareseriyê divê her kes bi xurtî xwedî lê derkeve, têkoşînê mezin bike û têkoşîneke yekbûyî û hevgirtî bimeşîne. Ev gelekî girîng e.

TÊKILDARÎ ŞERÊ ÎSRAÎL-ÎRANÊ

Agir niha bi herêmê ketiye. Xwîn diherike. Yanî hilweşîneke mezin a ekolojîk, talan xwezayê heye; bajar têne hilweşandin. Çavkaniyên civakê têne bombekirin. Metirsîdar e.

Ev hemû bûyerên nû nîne. Ya rast bi Şerê Kendavê re vê pêvajoyê destpê kir. Pêvajoyeke ku di salên 1990'î de destpê kir. Gav bi gav bi rê ve çû. Destwerdana Iraqê, destwerdana Efganistanê, êrîşa li Xezeyê (7'ê Cotmehê), piştî wê êrîşa li Lubnanê, Sûriyeyê, şerê navxweyî yê li Sûriyeyê, şerek e ku bi salan e dewam dike... Niha jî bûyerên li Îranê diqewimin dewama vê pêvajoyê ye ku di salên 1990'î de destpê kir. Di nava vê de komploya navneteweyî jî heye. Ew pêvajo bi pêş ve birin û piştre jî bi lez dest li herêmê hate werdan.

Ev yek qonaxeke gelekî girîng e ku hêzên navneteweyî, sîstema hegemonîk, sîstema hegemonîk a kapîtalîst dest li herêmê werdan. Yanî ev pêvajo divê weke qonaxeke gelekî girîng a Şerê Cîhanê yê 3'yemîn bê pênasekirin. Herêm jinûve tê dîzaynkirin. Li ser bingeha berjewendiyên sermayeya hegemonîk, sermayeya global, emperyalîst û kapîtalîst herêm jinûve tê dîzaynkirin. Sîstema siyasî ya li herêmê ji nû ve ava dibe.

Lewma bi jinûve dîzaynkirina herêmê re li ser bingeha berjewendiyên sermayeya hegemonîk a global şêweyekî nû tê diyarkirin, sîstemên netewe dewletê yên faşîst, statukoparêz belav dibin. Ji ber ku ev avaniya dewletê xizmetê ji sîstema sermayeyê ya hegemonîk a heyî re nake, zerarê dide wê. Ji ber vê yekê ji hev belav dikin.

Niha lingekî vê jî Îran e. Divê destwerdana li Îranê jî di vê çarçoveyê de bê nirxandin. Destwerdana li Îranê ne destwerdaneke welê ye ku tenê ji ber gotina 'hilberîna nukleerî dike, çeka nukleerî hildiberîne' tê kirin. Ev hincet in. Bi heman hincetê dest li Iraqê jî werdan.

Destwerdana esasî li sîstemê ye, destwerdana li rejîmê ye. Li Îranê, sîstem û sîstema dewletê wê ji nû ve bêne avakirin. Ev eşkere ye. Dor wê were Tirkiyeyê. Ji ber avaniyên bi vî rengî yên sîstemê ji bo sîstema hegemonîk a emperyalîst global bar e. Li pêşiya sermayeya global astengî ye. Bi vî rengî dibînin.

Vaye ji Lîbyayê destpê kirin, Sûriye, Iraq, niha jî Îran. Lewma divê mirov bi rengekî berfireh li mijarê binihêrin. Dibêjin ya 'nêrîna makro'. Rastiya vê meseleyê ev e. Lewma ev şer şerê jinûve dîzaynkirina Îranê ye.

Ev rejîm piştî vê destwerdanê li ser piyan bimîne jî demeke dirêj wê nikaribe li ser piyan bisekine. Anîn wê astê. Dibe ku li ser piyan bimîne, lê wê gelekî lawaz be, di pozîsyoneke lawaz de temenê xwe dewam bike; lê piştre wê biguhere, neçar e biguhere. Sîstem wê gav bi gav encameke bi vî rengî derxîne holê. Ji ber vê yekê ev yek êrîşeke yekser a li ser rejîm û sîstema Îranê ye. Êrîşek ji bo guhertina rejîmê ye.

Ev yek wê bandorê li ser tevahiya herêmê bike. Vaye Emerîka jî bi rengekî fermî tevlî şer bû. Ji xwe ji destpêkê ve destwerdaneke li Rojhilata Navîn bi pêşengiya Emerîka, Îngilistan û Îsraîlê hebû.

Di encama vê destwerdanê de dixwazin Îsraîlê bikin hêza hegemonîk a herêmê ku hêza dendikê ya modernîteya kapîtalîst e. Tê xwestin, Îsraîlê weke hêzeke hegemonîk li herêmê ava bikin. Ev eşkere ye. Lewma wê bandora Îsraîlê li ser tevahiya herêmê zêde bibe. Bandora Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE), Îngilistan û Rojava ya li herêmê wê hîn zêde bibe. Û dewlet, sîstemên siyasî yên li Rojhilata Navîn hemû wê entegreyî sîstema global bêne kirin. Armanc ev e. Wê bikişînin nava sîstemê. Û ev yek wê bandorê li Iraqê jî bike.

Iraq ji xwe di nava kaoseke mezin de ye. Nekarî xwe jê rizgar bike. Ev kaos wê li Iraqê hîn kûr bibe. Dibe ku şerê navxweyî destpê bike. Li herêmên jî rewş bi heman rengî ye. Eger Tirkiye pêvajoya aştî û civaka demokratîk rast nenirxîne, gava pratîkî neavêje Tirkiye jî wê ji vê yekê gelekî bi bandor bibe û bi rastî jî ew Pêvajo wê piştî Îranê li Tirkiyeyê jî destpê bike. Ji ber vê yekê ev pêvajo girîng e.

Di vê pêvajoyê de ev yek jî derkete holê: sîstemên netewe dewlet ên tekperest, olperest û neteweperest dawiya dawî bi hilweşandin û rizandineke bi vî rengî re rû bi rû dimînin. Mînak, demeke dirêj e li Îranê daxwazên azadiyê, demokrasiyê, maf û edaletê têne kirin. 'Jin, Jiyan, Azadî' ne tenê serhildana Kurdan bû, ne tenê serhildana jinan bû. Hemû civakên li Îranê, gelan, her wiha baskê reformîst ê li nava sîstemê jî xwedî lê derketin. Daxwaza azadiyê hate kirin. Rejîma Îranê çavên xwe li hemûyan girt. Tepisand. Hewl da ku bi darvekirinê terbiye bike. Hewl da îradeya wan bişikîne, civakê teslîm bigire. Bi zextê, tundiyê, zindanê. Vê yekê rizandineke gelekî mezin bi xwe re anî. Mînak Mossad, CIA'yê ji hundir ve Îran fetih kirin, dagir kirin.

Li nava Îranê kargehên atolyeyê jî ava kirine. Bi deh hezaran sîxur bi rêxistin kirine. Ji hundir sîxur bi dest xistine. Ji nava dewletê sîxur bi dest xistine. Ji nava rejîmê sîxur bi dest xistine. Ji hundir xistine destê xwe, weke 'Hespê Trûva'.

Ewqas rizandin encameke vê siyasetê ye. Eger Îranê siyaseteke demokratîk ji xwe re bikira esas, reformên demokratîk ên bingehîn pêk bianiya, bersiv bida daxwazên jinan, bersiv bida daxwazên Kurdan, Belûcan û hemû gelan, bersiv bida daxwazên hemû beşên civakê, bi rastî jî reformên bingehîn pêk bianiya, demokratîk bibûya, gelo bi deh hezaran xîsur wê li dijî Îranê bixebitiya? Wê dijminatî bikira? Mossad, CIA, MÎT -her cûre îstîxbarat- wê karîbûya ji hundir ve dagir bikira? Wê karîbûya welat bi dest bixista?

Şerê esasî navxweyî hate meşandin. Gelek teqîn ji hundir ve hatin kirin. Temam, balafirên şer ên Îsraîlê, yên DYE'yê êriş kirin, lê belê gelek sûîqest ji hundir hatin kirin. Ji Muxalizên Şoreşê destpê kirin û kadroyên îdeolojîk ên sîstemê hatin tasfiyekirin, îmhakirin.

Di vir de ez dixwazim bi taybetî balê bikişînim ser Tirkiyeyê: Welatekî ku xwedî avaniya sîstemeke desthilatdar a herî tekperest, herî faşîst, herî nijadperest a herêmê, Tirkiye ye ku welatekî netewe dewlet e. Divê encamê jê werbigire. Divê encamên gelekî mezin jê werbigire.

Niha mînak rewşeke gelekî metirsîdar a rizandinê tê dîtin. Ji ber vê yekê tiştekî gelekî mezin nabe. Temam, li hemberî êrîşan civak niha dengê xwe nake. Ji ber ku kevneşopiyeke bingehÎn heye, bi rastî jî çandek heye li hemberî Rojava. Dijberiya li Rojava gelekî mezin e li Îranê. Lê belê ev nayê wê wateyê ku wê timî bi vî rengî dewam bike. Vê rejîmê di nava civakê de nerazîbûn û hêrseke mezin afirandiye. Ji ber vê yekê zehmet e li ser piyan bimîne. Bimîne jî nepêkane ku demdirêj bimîne.

HELWESTA KURDAN

Li hemberî vê rewşê Kurdan helwesta xwe diyar kir. Bê guman, Kurd dê xwe bispêrin hêza xwe ya xweser, rêxistinbûna xwe ya xweser û parastina xwe ya xweser. Kurd bi bawerkirin, spartin û bende mayîna hêzekî din nikarin hebûn û azadiya xwe misoger bikin û biparêzin.
 
Ez vê di serî de diyar bikim, ev pir girîng e. Stratejiya têkoşînê ya Kurdan diyar e. Stratejiya neteweya demokratîk e, têgihiştina neteweya demokratîk e. Kurd xwedî têgihiştin û projeya jiyana hevpar a bi hemû gelan re ye.
 
Ji ber vê yekê di daxuyaniyên PJAK’ê de jî ev yek pir zelal hatibû diyarkirin. Bi stratejiyekî wiha têkoşînê dimeşînin. Ji ber vê yekê em bi bi hemû gelên Îranî û Kurdistanî re di nava hewldana pêşxistina têkoşînekî hevpar, rêxistinbûnekî hevpar û xweparastinekî hevpar de ne. Jixwe tenê bi vî rengî dikarin xwe biparêzin û hebûn û azadiya xwe misoger bikin. Ev girîng e.
Bêgaman li vê herêmê Kurd hêzekî pir girîng û stratejîk in. Kurd bi qasî ku birêxistin dibe, têkoşîna rêxistinkirî dimeşîne û bawerî bi hêza xwe tîne û têdikoşe li vî cîhanê, li vî herêmê jiyan dike. Mafê siyasetê ya Kurdan jî heye, mafê dîplomasiyê wan jî heye. Kurd jî siyasetê dikin, dîplomasiyê dikin, têkiliyên stratejîk û xebatên tifaqê birêvedibin. Bi gel û civakên sivîl re têkîliyên taktîkî pêş dixin, hewl didin sûd ji têkiliyên taktîkî werbigirin. Yanî vê konjonkturê dinirxînin; çawa dikarin ji bo xwe, ji bo civakê, ji bo civakê binirxînin? Dikare ji vê sûd werbigire, li ser vê disekine, li gorî plan dike, polîtîka pêş dixe, gavên pratîkî diavêje û birêxistin dibe. Van tiştan dike.
 
Di vê mijarê de bi qasî ku em temaşe dikin û dişopînin amadekariyên diyar hene, tevlîbûna wan jî heye. Heta ku hêzekî êrîşî wan neke wê ew êrîş nekin. Ew ê xwe biparêzin û hewl bidin hebûn û azadiya xwe li ser lingan bihêlin û bi ewle bikin. Lê her çi hêz êrîşî wan bike wê li hemberî wî bersiva bibandor bide û têkoşînê bike. Ev têgihiştina bingehîn a têkoşînê ya Kurdan e. Me ji nêzîkatî û daxuyaniyên Kurdên Rojhilatê Kurdistanê dît ku nêzîkatiya wan jî bi vî rengî ye. Ev zelalî li holê ye. Li Rojhilatê Kurdistanê yekîtiya neteweyî pir girîng e ku ev bi giştî ji bo Kurdistanê jî derbasdar e. Pir girîng e ku bi hev re tevbigerin, bi polîtîka, têgihiştin û nêzîkatiya hevpar re pêşxistin û birêvebirina vê pêvajoyê pir girîng e.
 
Di vê mijarê de bangên cuda ên rêxistinên Rojhilatî çêbûn. Divê ev bang tenê wekî bang, gotin nemîne. Helbet divê bikeve pratîkê. Divê di navbera rêxistinên Kurd de jî helwest û pratîkek yekîtiya neteweyî ya hevpar derbikeve. Ev jî girîng e. Di biserketina Kurdan de bandora vê jî wê pir mezin be. Ev ji bo hemû Kurdan derbasdar e. Di vê pêvajoyê de yekîtiya neteweyî ya Kurdan pir girîng e. Helwesta neteweyî pir girîng e. Ev bi rastî jî wê pir mezin li Kurdan bide qezenckirin. Di vê miijarê de divê li her derê hewldan werin pêşxistin.
Hinek xebat çêbûn, pir hêja ne. Di pêvajoya nêz de çend roj berê li Başûrê Kurdistanê konferansa yekîtiya neteweyî ya jinên Kurd çêbû. Xebatekî pir girîng e. Berê li cihekî din jî çêbûbû. Li gelek cihan komxebat û civînên cuda cuda çêdibin. Li Qamişloyê xebata neteweyî yên Kurdan çêbû. Divê em van li her derê, li her parçeyê pêş bixin û veguherînin yekîtî û kongreya neteweyî ya Kurd a giştî. Ev pêvajoyek dîrokî ye. Kurd divê bi pêşxistina yekîtiya xwe ya neteweyî pêşwazî bikin û ji vê destkeftiyekî mezin werbigirin.
 
TÊKOŞÎNA LI DIJÎ HIŞBIR Û TALANA XWEZAYÎ
 
Li Kurdistanê talanekî mezin heye, talana xwezayî heye. Qirkirinekî li hemberî xwezayê heye. Ev li Kurdistanê wekî parçeyek ji polîtîkayên qirkirinê tê pêşxistin. Li Tirkiyeyê li her derê cîhanê heye. Bi taybet ev li Kurdistanê pir zêde ye. Di vê mijarê de têkoşînek jî heye. Li her derê hinek bertek tên pêşxistin. Li dijî kana madenê, HES, bendavan û talana xwezayî…
 
Niha destpêkirine li gelek cihan bîran vedikin. Qaşo petrolê derdixin, gazê derdixin, gaza zinaran derdixin. Li holê erdînîgarî nehiştin, xweza nehiştin. Qirkinekî wiha heye. Ev bertek kêm dimînin. Divê bertetek xurttir bidin. Divê li dijî vê qirkirina xwezayî li her derê bi têgihiştina xweparastinê têkoşînê bimeşînin. Li Dersimê, Botanê, Serhedê li her herê bi xurtî têbikoşin. Dîsa heman polîtîka li qada civakî jî tên kirin. Hişbir e, fihûş e, sîxurî ye. Ev jî zêde ne. Em her tim siyasetê nîqaş dikin, lê di pirsgirêkên civakî de jî rewşên ku em dikarin bibêjin kangren heye. Êrîşekî şerê taybet a zêde heye. Rizandin û bêeslkirina civakê pir zêde ye. Ev wekî parçeyek ji qirkirina çandî û polîtîkayên qirkirina civakî wekî polîtîkayên şerê taybet têne kirin. Niha di vê mijarê de jî helwestekî hişmendîbûn, hestiyarî, rêxistinbûn û xweparastin heye. Lê bi parçe ye, belav e, qels e. Pêwîst dike ku vê xurt bikin. Minak li dijî hişbirê li çend cihan meş çêbûn. Ev bi wate ne.
 
Lê pêwîst dike vê hestyariyê zêdetir pêş bixin, belavî hemû Kurdistanê bikin, li Tirkiyeyê belav bikin, bikin ku bibe têkoşîna civakî ya topyekûn û têkoşîna xweparastinê. Mînak, li ser jinan tundiyekî tirsnak heye ne wisa ye? Tundiyekî piralî heye. Li hemberî vê xweparastina jinê pir girîng e.
 
Têkoşîna jinê ya birêxistinkirî pir girîng e. Têkoşîna jinê ya yekbûyî pir girîng e. Yanî divê van hemû têkoşînan bînin rewşa têkoşîna yekbûyî û topyekûn, bînin rewşa xweparastinê û li ser vê bingehê têkoşînekî hişmend û rêxistinkirî bimeşînin. Tenê ev yek dikare êrîşên şerê taybet têk bibe û bandora wî bişkîne.
 
Xebatên perwerdehiyê pir girîng in. Yanî di vê mijarê de hişmendîkirin, perwerdekirina civakê, perwerdekirina zarokan, perwerdekirina ciwanan, perwerdekirina jinê û birêxistinkirin pir girîng e. Pêwîst e ku rêxistinkirin bi perwerdekirinê re, çalakî bi perwerdeyê re di nava hev de were birêvebirin. Divê vê bi awayekî xurttir birêvebibin. Xebatên heyî pir hêja ne. Bi rastî jî pîroz dikin, lê pêwîst dike ku van hê birêxistinkirî hê xurttir bimeşînin.
 
TÊKILDARÎ ÇALAKIYA HEVAL ZÎLAN
 
Ez heval Zîlan bi rêz, hezkirin û minetdariyekî mezin bi bîr tînim. Xeta heval Zîlan ji bo têkoşîna azadiya jinê xeta azadiyê ye, manîfestoya azadiyê ye. Min azweriya azadiyê, lêgerîna azadiyê, helwest, fedakarî, fedayîtî, dilsozî û helwesta jiyanê ya heval Zîlan hinek ji nêz nas kir. Heval Zîlan xwedî kesayetek plankîrî, disîplinkirî, li ser hedefa xwe kilît bûyî û heta dawî bi îdia bû. Jixwe awayê fêmkirin û tevlîbûna li rastiya Rêbertî bêyî kêmasî bû. Dilsoziya wê ya bi Rêbertiyê re bê sînor e. Di rast fêmkirina Rêbertî û tevlîbûna wî û pêkanîna wî bi rastî jî bê kêmasî ye. Ev helwest û xetekî ku divê hemû hevalên jin, gelê me, civakê me û her kesên ku têkoşîna azadiyê didin esas bigirin.
 
Divê em li ser vê xetê têkoşîna aştî û civaka demokratîk bi îdiayekî mezin, biryardarî, azweriya azadiyê, tevlîbûna bilind a li rastiya Rêbertî, tevlîbûna rast û dilsoziyê birêve bibin û teqez bigihînin serkeftinê. Dilsoziya herî rast a bi heval Zîlan re û layiqbûna wê bi vê re girêdayî ye. Rêya wê ji vê derbas dibe.
 
Me di nava vê mehê de pir şehîdên mezin dan. Ew jî li ser xeta Zîlan têkoşînekî mezin dan, li ber xwe dan û bi qehremanî şehîd bûn. Heval Sema Yuce, heval Filîz Yerlîkaya (Gulan), heval Bêrîvan Zîlan, heval Raperîn Amed, heval Leyla Wan, di salên ewil ên têkoşîna me ya berê de heval Hanim Yaverkaya. Li ser xeta heval Zîlan, bi wê ruh û baweriyê têkoşiyan û bi qehremanî şehîd bûn. Hevrêyên ku azwerî û dilsoziya wan ya azadiyê, îdia û biryardariya wan a têkoşînê xurt bû.
 
Dîsa di nava vê mehê de hevrêyên me yên mêr ên ku bi qehremanî şehîd bûn hene. Heval Helmet (Diyar Xerib) di Konseya Serokatiya KCK’ê de cih digirt. Me salên dirêj bi hev re kar kir. Bi rastî jî hevrêyekî pir hêja bû. Têgihiştina wî ya Rêbertiyê pir xurt bû. Hestên wî yên welatparêziyê pir kûr bûn. Kurdîstanî bû. Bi rastî jî hevrêyek pir dirust û paqij bû. Ez wî jî bi rêzdarî, hezkirin û minetdariyek mezin bi bîr tînim.
 
Sembola xeta yekîtiya neteweyî ya Kurdistanê ye. Divê li ser xeta Dr. Sirvanan, Helmetan û Viyanan xebata yekîtiya neteweyî were pêşxistin.
 
Ev pir girîng e. Dîsa hevrê Fazil Botan di vê mehê de şehîd bû. Hevrê Alî Piling, hevrê Ferhat Sipî şehîdên vê mehê ne. Ez hemû jî bi rêz, hezkirin û minetdariyekî mezin bi bîr tînim. Ez van hemû hevrêyan û di şexsê van hevrêyan de hemû şehîdên şoreş û azadiyê bi rêzdarî û hezkirinekî mezin bi bîr tînim. Ji bo ku têkoşîna wan bi ser bixin bi hemû hêz û enerjiya xwe heta nefesa xwe ya dawî bixebitin, têbikoşin û teqez bi ser bixin."