Mîrateya Zîlan: Ji Zapê heta bi Rojava agirê azadiyê -II-

Leyla Kaplan (Rewşen) ku da ser xeta çalakiya fedaî ya şehîd Zîlan, di 25'ê Cotmeha 1996'an de li Edeneyê bi çalakiya fedaî ya li hemberî Midûriyeta Hêzên Taybet baweriya xwe ya bi azadiyê nîşan da.

LEYLA KAPLAN (REWŞEN)

Têkoşînên azadiyê bi kêliyên destanî tijî ne ku nuqteyên werçerxê yên dîrokê diyar dikin. Wêrekî û fedakarî dibin agirê ku îradeya gelekî bilind dike. Mîrateya Zîlan weke sembola vî ruhî li nava Tevgera Azadiyê ya Kurd deng veda. Ji Zapê heta bi Rojava hêviya agirê berxwedanê ronî kir. Leyla Kaplan ku ser ser şopa şehîd Zîlan, 25'ê Cotmeha 1996'an li Edeneyê li hemberî Midûriyeta Hêzên Taybet çalakiya fedaî kir û li dora Rêber Apo bû xelekek ji agir.

Leyla Kaplan bi nasnav Rewşen sala 1979'an li Edeneyê ji dayik bû. Dayika wê ji Mêrdînê koç kiribû. Dibistana seretayî qedand, lê belê ji ber bêçaretiya aboriyê şensê wê yê dewamkirina xwendinê nebû. Li gel vê yekê jî agirê hînbûnê yê di dilê wê de netefiya; bi hewldana xwe, xwe perwerde kir. Li hemberî neheqiyê bû xwedî ruhekî serhildêr, bi dilekî berpirsyarane li derdora xwe nihêrî. Jiyana şehîd Leyla bû destaneke fedakariyê ji têkoşîna azadiyê ya Kurd re. Di 25'ê Cotmeha 1996'an de li Edeneyê bi çalakiya fedaî weke meşaleya geş a berxwedanê derbasî nava rûpelên dîrokê bû.

SALÊN ZAROKATIYÊ

Şehîd Leyla li Edeneyê li nava malbateke welatparêz mezin bû, lê belê malbata wê nasnameya xwe ya Kurdîtiyê li nava dîwarên beton ên metropolan jî ji bîr nekir. Zincîrên ku civaka feodal li jinan ferz dikir hîs kir, zextên delweta Tirk ên li hemberî gelê Kurd ji kûrahî ve hîs kir.

Kolanên Edeneyê şehîd Leyla gihand berxwedana li Kurdistanê. Li bajêr serhildan bilind bûn, meş û xwepêşandan geş bûn. Vê pêlê di dilê Leyla de çirûskek pê xist. Rehê welatparêziyê yê malbata wê û daxwaza wê ya belavbûna li cîhanê ew xist nava vî agirî. Şehîd Leyla Kaplan di rapora xwe ya ji bo çalakiya fedaî de gotibû, 'Mirovek li pêşberî bûyerên li Kurdistanê xemsar be, ya ji aqil bêpar e, yan jî bi temamî ruh, hişmendiya xwe ko bûye, mirovahî ji dest çûye, bûye sîxurek, hevkarek. Mİrovek ku mirovahî ji dest nedabe, wê teqez van bibîne û ya ji dest bê bike'.

TEVLÎBÛNA LI NAVA REFÊN TÊKOŞÎNÊ

Beşdarî serhildanan bû, berxwedan nas kir. Xwest tevlî bibe, lê belê ji ber ku temenê wê biçûk bû ew tevlî gerîla nekirin, lê belê ew nesekinî, ji bo têkoşînê ya ji dest hat, kir. Bêedaletî, newekhevî û zilma sîstemê bi çavên xwe dît. Sala 1995'an têkiliyek danî, tevlî nava refên gerîla bû. Li nava refên gerîla şahidî ji êrîşên bê eman ên dijmin re kir, lê belê bû heyranê ruhê afirîner ê berxwedanê.

SONDA LI SER ŞOPA ZÎLAN

Şehîd Rewşen digot, "Zehmetiyên salên 1995-96'an, êrîşên giran ên dijmin bi min re hêrseke mezin afirand. Dijmin nikarîbû tehemûl bike ku li gel ewqasî şert û mercên zehmet em şer dikin û zehmetiyan ji pêşiya xwe radikin. Dijmin weke ku di kulmek avê de bifetisîne bi her cûreyî êrîş dikir. Min li nava refên gerîla dît ku gerîla ewqasî afirîner û berxwedêr e. Li gel vê yekê jî hinek hebûn ku bi neyînî bi bandor dibûn, tevlî gerîla dibûn, lê bê biryar dibûn. Ev yek dibû sedem ku li hemberî wan bi hêrs bibim. Min her tim ji xwe re digot: Çi dibe bila bibe ez ê paşve gavê neavêjim." Şehîd Rewşen biryardariya xwe ya ji bo çalakiya fedaî jî bi vî rengî dianî ziman: "Min hevrê Zeynep Kinaci nas dikir ku li eyaleta me ev çalakî kir. Vê çalakiyê bandoreke mezin li min kir. Bû xwedî roleke mezin ku ez jî biryarê li ser çalakiyeke bi vî rengî werbigirim. Rêya hevala Zeynep gelekî bi şeref bû, rêya dilsoziya bi partiyê re bû.

Ez jî gihîştim wê biryarê ku berpirsyariya xwe ya li pêşberî partiyê bi rengê herî mezin bi cih bînim. Ji bilî mirina bi şerkirinê min rêyeke din ti carî qebûl nekir. Min ti carî qebûl nekir ku vala bimirim. Me hêrsa xwe ya li hemberî dijmin, hezkirina xwe ya ji partiyê bi çalakiyên esîl ên hevrê Zekiye, Bêrîvan, Ronahî û Zîlan nîşan da û em ê nîşan bidin. Ti hêz nikare me ji vî ruhî, ji vê baweriyê û mafdariyê dûr bixîne."

Şehîd Rewşen di rapora xwe ya li ser çalakiya fedaî de dilsoziya xwe ya bi Rêber Apo re bi vî rengî dianî ziman: "Serokê min! Ez ji her tiştî bêhtir ji we hez dikim. Ji niha ve jiyana bedew dibînim ku bi çalakiya xwe tacîdar bikim. Daxwaza min a bingehîn a ji partiyê ewlehiya Serokê me ye. (...) Her ku em xwe dibînin, dilsoziya me ya bi we re zêde dibe, ji ber ku yê ku em afirand û dide jiyîn hebûna we ye. Weke keçeke Kurd ji dil silavên xwe ji Serokê me re dişînim, dixwazim dilsoziya xwe ya pê re bînim ziman. Ez bi vê çalakiya xwe sozê didim Serokê me, gel, şehîdên şoreşê, hevrêyên li çiyê û zindanan li ber xwe didin."

Rêber Apo piştî çalakiya şehîd Rewşen ev nirxandin kir: "Nirxên pîroz in! Divê mirov zanibin ku dilsozê wan bin. Weke Leyla bi sedan nirxên me yên lehengiyê hene. Ez bi xwe jî xwe weke pratîkvanê fêhmkirina wan, weke xizmetkarekî wan dibînim. Wezîfeya ku ez hêjayî xwe dibînim ev e. Li pêşberî mezinahiya çalakiya wan ez bi xwe zehmetiyê dikişînim. Yên ku li ser rêya xwedayî ne, yên ku li gorî pîvanên mezin bi bûyereke balkêş bersivê didin, dikarin bi vî rengî bikin. Bêguman rewşa min cuda ye, ez divê wan mayinde bikim, daîmî bikim, mezin bikim û bigihînim serketinê. Xizmetkarî tenê bi vî rengî dikare bi wate bibe, ji bilî vê nepêkan e."

MÎRATEYA WÊ: JIN A AZAD, KURDISTAN A AZAD

Şehîd Rewşen weke jineke Kurd a dilxwaza azadiyê hate bîranîn. Qîmetê ku Rêber Apo dida jinê bû ronahî ji têkoşîna wê re. Got, 'Rêya azadiyê ya ku Serokê me danî ber jinan, ez bi rûmet kir'. Bi çalakiya xwe rê nîşanî têkoşerên azadiya Kurdistanê û nasnameya azad a jinê da. Bi wêrekî, fedakarî û welatparêziya xwe bû sembolek. Çîroka wê weke jineke ku serî li ber zextê netewand, nasnameya xwe parast û ji bo azadiyê her cûre berdêl da ber çavên xwe, deng vedide; li çiyê, kolanan û di dilê mirovan de tê bîranîn.