YE wê kontrolên li ser sînor demdirêj bike
Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) ragihand, ku wê guhertinekê bikin û li gorî vê yekê kontrolên li ser sînorên welatên di nava Peymana Schengenê de cih digirin, bikin karekî rûtîn.
Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) ragihand, ku wê guhertinekê bikin û li gorî vê yekê kontrolên li ser sînorên welatên di nava Peymana Schengenê de cih digirin, bikin karekî rûtîn.
Di daxuyaniya Komîsyona Yekîtiya Ewropayê de hat ragihandin, ji ber gefa terorê ya li ser welatên Ewropayê, pîvan û qanûnên li Herêma Schengenê wê ji nû ve werin sererastkirin. Komîsyonê bal kişand ser kontrolên li ser sînor, ku ji ber koça penaberan di Îlona 2015'an de hate destpêkirin û diyar kir, ev kontrol wê êdî demkî nebe, lê rûtîn bibe.
Kontrolên li ser sînoran, ku ji ber koça penaberan tenê li ser sînorên derve heye, welatên Elmanya, Danîmarka, Awûstûrya, Swêd û Norwêcê xistibûn dewrê. Fransayê jî, piştî êrîşa terorê ya Mijdara 2015'an ku 130 kesî li Parîsê jiyana xwe ji dest dan, dest bi kontrola li ser sînor kiribû.
Komîserê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê yê ji Karên Hundir Berpirsyar Dîmîtrîs Avramopûolos anî ziman, ku kontrola li ser sînoran a ji ber koça penaberan dest pê kiribû, wê meha Mijdarê biqede û îdîa kir, ku guhertinên têkildarî kontrolên li ser sînorên welatên Schengenê dibe ku 'têrker' nebin. Avramopûolos diyar kir, ku ji ber vê yekê, guhertina li ser kontrolan wê li gorî 'gefa terorê' bê kirin.
Avramopûolos anî ziman, pêşniyarek li ser guhertina têkildarî kontrolên li ser sînoran, wê di demeke nêz de ji aliyê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê ve pêşkêşî welatên endam were kirin.
Bi Peymana Schengenê re, ku 22 welatên endamê Yekîtiya Ewropa û Norwêc, Swêd, Îzlanda û Lîechtensteîn tevlî ne, mafê gera bi rengekî serdest di navbera 26 welatan de nas dike. Herî dawî Serokê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Jean-Claûde Jûncher pêşniyar kiribû ku Bûlgarîstan û Romanya tevlî Schengenê werin kirin. Elmanya û Awûstûryayê nerazîbûn nîşanî vê dabûn.