Xwecihiyên Meksîkayê li dijî milîs û çetên bi çek xwe rêxistin dikin

xwcihiyên li eyaleta Chîapas a dikeve başûrê Meksîkayê, bi armanca xweparastina ji çeteyên bi çek, dest bi avakirina komên erka xweparastinê kirine.

Li Meksîka ji sala 1990’î û vir ve komên erka xweparastinê zêdetir dibe. Serokê dewletê Andres Manûel Lopez Obradro her çendî rewşê weke xebatekî ‘rêxistinên sûc’ îdîa bike jî, xwecihiyên herêmê bi armanca xweparastinê xwe rêxistin dikin.

Sala 1990’î li Eyaleta Gûerrero û di pêvajoya dawî de li Mîchoacanê mirov xwe rêxistin dike. Tê diyarkirin ku nêzî 50 kom hatine avakirin.

Ji xelkên xwecihî yên di bin navê ‘El Machete-pala’ hatine ba hev, Tzotzîl û Tzeltzal bi rûpoş û rû boyaxkirî li stadyoma futbolê ya civaka San Jose Tercero a li şaredariya Pantelhoyê ye, xwepêşandanek kir, rêxistinên sûc ên têkiliya wan bi madeyên hişber re heye, hişyar kirin.

7’ê Tîrmehê, ‘El Machete’ êrîş biribû ser bajaroka Pantelhoyê û bi komeke dijber re ketibû nava gotûbêjê, bi hezaran kes neçar mabûn ku cihê xwe biterikînin.