Xizmên qurbaniyên komkujiyê hesab ji serokê îstîxbaratê dipirsin

Malbatên kesên di Komkujiya Noelê ya sala 2016'an de hatin kuştin, hesab ji serokê îstîxbarata Elman dixwazin.

Serokê Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn a Federal (BfV) Hans-Georg Maassen ku ji ber xwepêşandanên rastgirên tund ên li bajarê Chemnîtzê bûye mijara sereke ya nîqaşê, eşkere bû ku têkildarî çeteyê DAÎŞ'ê Anîs Amrî yê ku sala 2016'an li Berlînê di pîrozbahiyên Noelê de komkujî kir, agahiyên şaş daye raya giştî.

Li gorî nûçeyeke televîzyona RBB, Maassen eşkere nekir ku sîxurekî BfV'ê çeteyê DAÎŞ'ê Amrî şopandiye. Maassen hem di îfadeya xwe de ya li pêşberî Meclîsa Federal da, hem jî di daxuyaniyên xwe de înkar kiribû ku Amrî beriya komkujiyê nehatiye şopandin.

Di nûçeya RBB'ê de hate ragihandin ku Maassen ev agahî bi zanebûn veşartiye û raya giştî xapandiye.

MALBATÊN QURBANIYAN NERAZÎBÛN NÎŞAN DAN

Malbatên kesên 19'ê Kanûna 2016'an li Breîtscheîdtplatz a Berlînê di êrîşa bi qemyonê de li sûka Noelê jiyana xwe ji dest dan û 11 kesên birîndar bûn, nameyeke tund weşandin û bi ser Maassen ve çûn.

Name li kovara Spîegelê hate weşandin û Maassen bi tundî hate şermezarkirin ji ber ku gel xapandiye. Ji Maassen hate xwestin ku bi berfirehî agahiyan bide raya giştî bê çeteyê DAÎŞ'ê di kîjan astê de ji aliyê BfV ve hatiye şopandin.