Ahmet Karamûs û Zeynep Mûrad careke din bûn hevserokên KNK'ê
Li Kongreya 23'emîn a KNK'ê Ahmet Karamûs û Zeynep Mûrad careke din ji bo hevserokatiyê hatin hilbijartin. Hilbijartina Konseya Rêveber a KNK'ê tê kirin.
Li Kongreya 23'emîn a KNK'ê Ahmet Karamûs û Zeynep Mûrad careke din ji bo hevserokatiyê hatin hilbijartin. Hilbijartina Konseya Rêveber a KNK'ê tê kirin.
Di rûniştina destpêkê ya roja duyemîn a Kongreya 23'emîn a KNK'ê de hilbijartinên Hevserokên KNK'ê û endamên Konseya Rêveber a KNK'ê hatin kirin. Li gorî rêziknameya navxweyî dema wezîfeyê ya hevserokan bi 2 serdeman hatiye diyarkirin. Li gel vê yekê bi îmzeya hin delegeyan pêşniyarek pêşkêşî dîwanê hate kirin ku hevserokên heyî karibin demeke din wezîfeyê bikin.
Pêşniyar ji aliyê dîwanê ve pêşkêşî dengdana delegeyan hate kirin û bi yekdengî hate qebûlkirin. Di encamê de jî biryar hate dayin ku hevserok demeke din jî wezîfeya xwe dewam bikin.
Her wiha li gorî rêziknameya navxweyî hejmara endamên Konseya Rêveber 19 kes e. Ji ber zêdebûna qadên kar ên KNK'ê pêşniyar hate kirin ku hejmara endamên Konseya Rêveber bibe 23 kes. Ev pêşniyar jî bi yekdengî hate qebûlkirin.
Hin delegeyên ku ji ber pirsgirêka vîzeyê nekarîn tevlî kongreyê bibin û li Kurdistanê û Rûsyayê ne, bi dîmen tevlî rûniştina kongreyê bûn.
Piştî dengdana li ser rêziknameya navxweyî de hilbijartin hate kirin û Ahmet Karamûs û Zeynep Mûrad careke din ji bo Hevserokatiya KNK'ê hatin hilbijartin.
Rûniştin niha bi hilbijartina endamên Konseya Rêveber a KNK'ê dewam dike.