Xisara di tûrîzmê de dibe ku 4 hezar milyar dolaran derbas bike

Ji ber şewba Covîd-19’ê tûrîzma navneteweyî gelekî kêm bû. Tê diyarkirin di salên 2020-2021’an de dibe ku 4 milyar dolar xisar pêk were.

Li gorî rapora Konferansa Bazirganî û Pêşveçûnê ya Neteweyên Yekbûyî (Cnûced) Covîd-19 bûye sedem ku tûrîzma navneteweyî di salên 2020-2021’an de herî kêm 4 hezar milyar dolaran bixesire. Li gorî texmînan di sala 2020’an de ev xisar nêzî 2400 milyar dolaran bû.

Di raporê de hişyarî hate kirin dibe ku di sala 2021’an de jî xisareke wisa pêk were.

Li gorî sala 2019’an di sala 2020’an de hejmara tûrîstên navneteweyî ji sedî 74 kêm bûye.

Li gorî texmînên Rêxistina Tûrîzmê ya Dinyayê nêzî 120 milyon kesên di sektora tûrîzmê de, di bin gefê de ne.