Xaça Sor: Li Yemenê 40 jê zarok 51 kes hatin kuştin

Komîteya Xaça Sor a Navnetewî got, li Yemenê di êrîşên hewayî yên Pêncşemê de 51 kes hatin kuştin.

Li gorî bilançoya Xaça Sor a Navneteweyî di êrîşa hewayî de 51 kes hatin kuştin, ji van 40 jê zarok in û her wiha 56 jê zarok 76 jî birîndar bûn.

Milîsên Hûsî gotin ‘komkujî’ ji hêla balafirên Siûdî ve hate kirin.

Di êrîşê de li bajarê Saada, li Dahyanê otobêsek ku zarok tê de bûn û li bazarê bû, bû hedef. Komîteyê di daxuyaniya pêşî de gotibû 29 zarokên ku hatibûn kuştin temenê wan di bin 15’an de ye.

Koalîsyona Ereb got lêpirsîn dane destpêkirin. Beriya bi demeke kurt Konseya Ewlekariyê ya NY’yê daxwaze ‘lêpirsîna ewlehiyê’ kir û her wiha ‘lêpirsîneke serbixwe’ xwest. Koalîsyoan Ereb tê sûcdarkirin ku gelek caran êrîşê dibe ser sivîlan û jêravaniyên sivîl.

Li Yemenê ji Tebaxa 2014’an ve şer heye. Paytext Sana û herêmeke berfireh di dest Hûsiyan de ye. Şer Adara 2015’an bi destwerdana Koalîsyoan Ereb û Hûsiyan girantir bû. Hêlek şer Hûsî hene ku bi desteka Îranê ne û li hêla jî hêzên bi ser Serokkomar Abd Rabbû Mansûr Hadî û Koolîasyona Ereb a bi pêşengiya Siûd. Bi encama vê krîzê bi hezaran kes ji ber kolerayê mirin. Li gel vê bi êrîşên hewayî û çekên qedexe gelek sûcên şer têne kirin. Li gorî NY’yê 10 hezar kes mirin, 53 hezar kes birîndar bûn.