Yekîtiya Ereban daxwaz ji Tirkiyeyê kir ku hêzên xwe ji Iraqê vekişîne

Konseya Yekîtiya Ereban, daxwaz kir ku Tirkiye hêzên xwe ji Iraq vekişîne û xwe têkelî karê navxwe yê Iraqê nekin.

Wezîrên Karê Derve yên Konseya Yekitiya Ereb Sêşemê carar 150'î li hev civiyan.

Civîn li Kahîreyê bi lîdertiya Wezîrê Karê Derve yê Sûdan Muhammed Ehmed, bi tevlêbûna wezîrên karê derve yê 17 welatan pek hat. Wezîrên Karê Derve yên Sûda, Siûdî, Misir, Filîstîn, Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb, Cezayîr, Urdun, Iraq, Yemen, Libya, Kuweyt, Bahreynê hazir bûn.

Endamên Konseyê li gorî biryara bi nimroya 7978'an a bi dîroka 24'ê Kanûna 2015'an a Yekîtiya Ereb xwestin ku Tirkiye hêzên xwe yên leşkerî yên li Iraqê vekişîne.

Endamên Konseyê xwestin ku bang li Tirkiyê were kirin ku, 'têkilî karê navxwe yê Iraqê nebe' û hate gotin, 'ev rewş ziyanê die ewlehî û aramiya herêmê''.

Di daxuyaniyê de her wiha hate gotin, bi çarçoweya yasayên navnetewî Konsey wê destekê bide helwesta Bexdayê ya li dijî Tirkiyê.

LI DIJÎ ISRAÎLÊ: 'DEWLETA NÎJATPEREST'

Yek ji rojeva sereke ya Konseyê mijara Filîstîn-Israîlê bû. Konseyê ji ber ku DYA'yê alîkariya mirovî qut kiriye helwest nîşan da û got, ji ber sedema ku Israîl xwe bi navê 'dewleta Yahûdiyan' bi nav  dike, nîjatperestiyê dike.

Sekreterê Yekîtiya Ereeb Ahmed Evdil Geyt got, ''Berê Israîlê ji xwe re digot dewleteke demokratîk lê (Serokwezîr Benyamîn) Netanyahû bi rêya yasayeke apartheîd Israîl mîna dewleteke nîjatperest nîşan da.''