Wê bandora FBI ya li hilbijartina 8'ê Mijdarê bê lêkolînkirin

Wezareta Edaletê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA), Buroya Lêkolîna Federal (FBI) ku beriya hilbijartina serokatiyê ya meha Mijdarê bi daxuyaniyên xwe yên têkildarî Hîllary Clînton ket rojevê, xist ber lêpirsînê.

Dîrektorê Buroya Lêpirsînê ya Federal (FBI) James Comey du hefte beriya hilbijartina 8'ê Mijdarê dabû xuyakirin, ku wê lêpirsîna têkildarî Hîllary Clînton ji nû ve were vekirin. Ev lêpirsîn jî wê li ser mijara 'Clînton di dema wezîrtiya xwe ya karên derve ve mijarên fermî bi rêya emaila xwe ya şexsî nivîsandiye' bihata vekirin. Hat îdîakirin, ku daxuyaniya li ser vekirina lêpirsînê, bandor li serketina Trûmp kiriye.

Wezareta Edaletê ya bi rêveberiya Partiya Demokrat, ku wê rêveberiya welêt radestî Donald Trûmp ê Komarger û ekîba wî bike, da xuyakirin ku wê xebatên FBI yên beriya hilbijartinê bên lêkolînkirin.

Wezaretê diyar kir, Kongre jî di nav de gelek saziyên cemaweriyê û taybet li ser gelek mijaran serlêdan kirine û xwestine îdîayên li ser FBI werin lêkolînkirin.

Wezaretê da xuyakirin, ku ev lêpirsîn ne li ser emailên Clînton e, li ser vê pêvajoya lêpirsînê ye.