Washîngton: Ji krîza aborî ya li Tirkiyeyê em ne berpirsyar in

Hikumeta DYA'yê ragihand ku sedema krîza aboriyê ya li Tirkiyeyê ne pêkanînên wan e.

Berdevka Wezareta Karên Derve ya DYA'yê Heather Naûert got, "Pirsgirekên aboriyê 1'ê Tebaxê bi pejirandina pêkanînên li ser du wezîran dest pê nekirin."

Krîza dîplomatîk a navbera DYA û Tirkiyeyê bandoreke giran li bazara Tirkiyeyê kir û kir ku Lîreyê Tirk bê qîmet bibe.

Rêveberiya DYA'yê 1'ê Tebaxê der barê Wezîrên Karên Hundir û Edaletê yên Tirk de biryara pêkanînê da û dest danî ser malê wan. Qesra Spî baca li ser firotina pola û alumînyûmê ji bo Tirkiyeyê zêde kir. Radestkirina balafirên şer ên F-35 ji bo Tirkiyeyê, sekinand.