Nifşê nû yê trena magvel wê hîn sexbêr be

Versiyona nû ya trenên bi şiba manyetîk, tê payin ku salên bê li Japonyayê amade bin. Tê payin ku ev tren teserûfa enerjiyê bike.

Trenên bi levîtasyona manyetîk (Magvel) ku şîrketa rêyên hesinî JR Cenral bi salan e li ser dixebite, di asta amadekirinê de ne. Trena Shînkansen LO sala 2015'an hate ceribandin û leza wê gihîşt 603 kîlometreyî saetê. Versiyona nû ya Shînkansen LO dest bi ceribandinê kir.

Versiyona nû ya vê trenê, dema ku tijî be wê karibe saetê bi 500 kîlometreyî biçe. Avantaja herî girîng a versiyona nû ya vê trenê li hemberî hewayê dikare li ber xwe bide. Lokomotîfa vê trenê 28 metre dirêj e û bêvila wê jî bi qasî 15 metreyan hatiye dirêjkirin, ku bi saya vê yekê dikare ewqasî zû biçe.

Versiyona nû ya trenên Magvel, li gorî versiyonên kevn li hemberî ba dikare li ber xwe bide, ku ba leza trenên normal kêm dike. Versiyona nû ya van trenan di asta 13 ji sedî de li gorî yên kevn hîn bêhtir li hemberî ba li ber xwe dide. Bi saya vê yekê dema ku tren bi rêwiya dagirtî jî be dikare bi 500 kîlometreyî saetê biçe. Ev taybetmendiya wê dike ku ev tren hîn kêmtir elektrîkê xerc bike.

Tê payin ku bi trena Shînkansen LO ya versiyona nû, rêya navbera Shînagawa û Nagoya ku 236 kîlometre ye bi 40 deqeyî biçe. Tê plankirin ku versiyona nû ya trenê sala 2027'an amade be.

Ji meha adarê û vir ve vê trenê bi 2.2 milyon kîlometreyî ajotina testê kiriye.