Trûmp: Tirkiyeyê bi salan ji DYA'yê xwar

Serokê DYA'yê Donald Trûmp helwest nîşan da û got, Tirkiyeyê bi salan ji DYA'yê sûd wergirtiye û eger keşe Brûnson neyê berdan wê tiştekî din nedin Tirkiyeyê.

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trûmp bi rêya Twîtterê peyamek weşand û got: "Tirkiye bi salan ji DYA'yê sûd wergirt. Niha jî keşeyê me yê Xiristiyan yê bêhempa bernadin. Ez dikevim wê rewşê ku jê bixwazin bi rengê rehîneyekî welatparêz temsîla me bike. Ji bo berdana mirovekî bêguneh em ê tiştekî nedin. Em ê hin tiştan ji ser Tirkiyeyê qut bikin."

Wezîrê Darayî yê DYA'yê Stevan Mnuchîn jî roja Pêncşemê gotibû, eger Brûnson tavilê neyê berdan wê guşarên li ser Tirkiyê zêdetir bikin.

Beriya bi 2 rojan Cîhgirê Trûmp Mîke Pence jî xwest ku Brûnson berdan û got, "Divê Tirkiye biryardariya Serok Trûmp neceribîne. Trûmp li ser wê mijara ku Amerîkiyên li derveyî welat ên ku bi neheqî hatin girtin li welatê xwe vegerin, biryardar e."