Tirkiye Elmanan digire, wezîrê Elman jî dibêje 'biçin Tirkiyeyê'

Roja ku welatiyekî Elman di dema betlaneya havînê de li Tirkiyeyê hate girtin, Wezîrê Tûrızmê yê Elmanyayê Thomas Bareîses bang li Elmanan kir û ji wan re got, "Betlaneya xwe li Tirkiyeyê derbas bikin."

Hikumeta federal a Elman ku Merkel serokwezîra wê ye, ji bo Lîreyê Tirk rizgar bike çi jê tê dike. Piştî ku Serokwezîra Elman Merkel pêr bi rêya telefonê bi Erdogan re axivî û mesajên hevkariyê da, biryar hate dayin ku wezîrên maliyeyê yên her du welatan meha Îlonê li hev rûnên.

Herî dawî Wezîrê Tûrîzmê Thomas Bareîss ji bo xatirê aboriya Tirk kete nava liv û tevgerê û ev bang li Elmanan kir: "Ti sedem nîne ji bo hûn betlaneya xwe li Tirkiyeyê derbas nekin. Ji krîza li Tirkiyeyê netirsin û plana xwe ya betlaneyê betal nekin."

Bareîss ji rojnameya "Frankfûrter Allgemeîne Zeîtûng"ê re axivî û bi bîr xist ku wî jî beriya niha betlaneya xwe li Tirkiyeyê derbas kiriye. Lê belê, roja ku Wezîrê Tûrîzmê yê Elman ev bang kir, welatiyekî Elman ku ji bo betlaneyê li Tirkiyeyê bû hate girtin.

Îlhan A. ê li bajarê Hambûrgê yê Elmanyayê dimîne, ji bo betlaneyê li navçeya Depê ya Xarpêtê bû. A. bi sûcdariya "li ser medya civakî propaganda rêxistina terorê kiriye" hate destgîrkirin û piştre bi biryara dadgehê hate girtin.

Li gorî agahiyên ku ji aliyê Wezareta Karên Derve ya Elman ve hate dayin, hejmara welatiyên Elman ên ji ber sedemên siyasî li Tirkiyeyê girtî ne, bû 5 kes.