Tirkiye 45 kîlometre xaka Iraqê dagir kiriye

Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê Cebar Yawer bal kişand ser êrîşên dagirkeriya Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê û got: “Artêşa Tirk bi kûrahiya 45 kîlometre ketiye nav xaka Iraq û ji ber êrişên Tirkiyeyê 450 gund vale bûne.”

Operasyonên dewleta Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê bê navber didome. Dewleta Tirk rojan e bi balafirên şer û balafirên Keşfê yên Bêmirov-Biçek (ÎHA-SÎHA) jîngeh û sivîlan dikin hedef.

Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmergeyên Hikumeta Herêma Kurdistanê Cebar Yawer, li Bexdayê tevlî panelek bû. Yawer di panelê de behsa dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser xaka Iraqê kir.

Cebar Yawer got; “Artêşa Tirk bi dirêjahiya 100 kîlometre û kûrahiya 45 kîlometre ketiye nav xaka Iraqê. Niha li herêmên ser sînor, şerek dijwar heye û ji ber êrîşan 450 gund vale bûne.”

Yawer diyar kir ku balafirên dewleta Tirk herêma Pêncewênê ku 300 kîlometre ji sînorê Tirkiyeyê dûr e bombebaran kiriye û ev pirs kir, "Gelo ev serweriya Iraqê ye?"