Têkilî vegerandina zarokên li Ceutayê lêpirsînê dest pê kir

Li bajarê Ceutayê ya Spanyayê ji bo ku leşkerên Spanyol zarok vegerandin Fasê lêpirsînê dest pê kir.

Bi hezaran zarokên ku bi soberiyê têne bajarê Ceuta ya Spanyayê bi destê leşkeran dîsa wan vedigerînin Fasê. Têkilî vê kirinê ku bêyî guh bidin problema ewlehiyê ya zarokan dozgeriyê lêpirsîn da destpêkirin.

Dozgerê Ceutayê Jose Luîs Puerta înê bi daxuyaniyekê amaje bi dîmenên Reutersê kir ku di dîmenê de leşker bi yek ji wan zaroyan re ye ku bi soberiyê hatiye Ceutayê û got wî lêpirsîn daye destpêkirin.

Jose Luîs Puerta got, ''Vê gavê lêpirsîn li ser rewşa taybet a vîdeoya Reutersê disekine'' û zêdetir şîrove nekir. Wezareta Berevaniyê ya Spanyayê jî ti şîrove nekir.

Puerta destnîşan kir, medyayê dîmen kiriye sedem û li wan geriyane.

Bi çaroweya peyman du alî, di navbeyna Spanya û Fasê de destûr têdayin ku mirovên gihaştî ''bi lez û bez'' bêne dersînorkirin lê li gorî yasayên Spanyolî yên meqamên Spanyol zarokên ku ji hêla malbatên wan ve nehatine xwestin divê werin vehewandin.