Têkildarî komkujiya Maîllê wê darizandin neyê kirin

Têkidarî kuştina 124 kesan ji aliyê Naziyan ve li komkujiya Maîllê ya Fransayê, lêpirsîn qetiya. Fransayî amadekariye dikin ku li ser vê komkujiya di dema Duyemîn Şerê Cîhanê de hat kirin, îtirazê bikin.

Tê îdîakirin ku ti ji leşkerên di vê komkujiyê de hebûn, niha ne sax in.

Di lêpirsîna dozgeriya bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê de biryar hatibû dayîn, ku pêwîstî bi vekirina dozê nîne. Dozgeriyê dabû xuyakirin, ji ber ku ti ji Naziyên berê yên tevlî komkujiya 24'ê Tebaxa 1944'an a li komuna Maîllê ya ser bi bajarê Îndre-et-Loîre ya Fransayê bûne niha li holê nînin, ev biryar hatiye girtin.

Lê belê hat ragihandin, Fransayiyên aliyekî vê lêpirsînê ne, bi rêya parêzeran îtiraz kirine. Li ser navê kesekî bi saxî ji komkujiyê filitiye û malbatên mexdûr, îtiraz li Dozgeriya Giştî ya Hammê ya li eyaleta Nordrheîn Westfalenê hat kirin.

Elmanya Nazî ku di sala 1940'î de Fransa dagir kir, rêveberiya nîvê başûrê welêt radestî rêxistinbûneke hevkar a bi navê Komara Vîchy ya bi serokatiya mareşal Phîlîppe Pêtaîn kiribû.

Li gundê Maîllê yê li herêma bakurê welêt, di 24'ê Tebaxa 1944'an de, yanî di roja rizgariya Parîsê de komkujiyeke mezin hatibû kirin. Di vê komkujiyê de 124 kesî jiyana xwe ji dest da bûn, ku emrê wan ji 3 mehî heta 89 salî bû.

Komkujiya Maîllê di lîsteya Neteweyên Yekbûyî ya li ser sûcên şer de cih girt. Tê texmînkirin ku piraniya leşkerên Elman ên tevlî vê komkujiyê bûn ya di dema şer de yan jî piştî şer, bêyî cezayekî bixwin, mirin e.

Dozgeriya Dortmûndê jî di sala 2004'an de lêpirsîn dabû destpêkirin.