Taşdemîr: Krîz krîza rejîma AKP'ê ye

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Dîrayet Dîlan Taşdemîr diyar kir ku berpirsyarê têkçûna aboriyê rejîma AKP ye. Taşdemîr xwest, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê rakirin.

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Dîrayet Dîlan Taşdemîr mijarên di rojevê de ne nirxand. Li ser krîza aboriyê ya li Tirkiyeyê Taşdemîr diyar kir ku krîz ne tenê girêdayî rahîb Brûnson e û got: "AKP bi vê krîzê nijadperestiyê sor dike. Hewl dide ku vê krîzê têxe stuyên hêzên derve. Lê ev encama rejîma yek zilamî ye. Hemû sermaye pêşkêşî çend mirovan hatine kirin. Krîza heyî krîza rejîma yek zilamî ye. Encama sorkirina şer e. Nerazîbûna gel a li dijî vê pirsgirêkê berovaji dike. Desthilatdariya AKP dixwaze vê yekê binixumîne. Ev krîza demokrasî û azadiyê ye. AKP 16 sal in bi înkar, îmha, pişavtin û şer xwe li ser piyan dihêle."

'SEDEMA KRÎZÊ DIJMINANTIYA LI KURDAN E'
 
Taşdemîr bi bîr xist ku divê aliyê siyasî yê krîzê baş bê dîtin û bi dewamî got, "Lêçûna leşkerî û şer nayê dîtin. Şerê li Rojhilata Navîn û xeyalên Osmanîtiyê nayên dîtin. Dijminantiya li Kurdan nayê dîtin. Pereyên revandin Grava Manê, Mijara Zarrab û pergala yek zilamî hemû sedema krîzê ne. Sedema herî bingehîn a krîzê înkar û bişaftina Kurdan e. CHP û ÎYÎ partî muxalefeta li dijî krîzê baş nîşan nade. Ti carî AKP li hemberî van krîzan hesab neda gel."
 
'BANDORÊ HERÎ ZÊDE LI JINAN DIKE'

Taşdemîr anî ziman ku krîza aboriyê herî zêde bandorê li jinan dike û wiha pêde çû: "Sîstem  her tim desthilatdarê li ser keda jinê û înkara azadiyê pêk tîne. Em dibînin ku siyaseta serdestiya mêr ku jinê dike kole diafirînin. Berî her tiştî jinan betal dihêlin û karê wan ji destê wan digirin. Herî zêde mudaxaleyî jiyana jinê dikin. Ev krîz wê herî zêde bandorê li jinan bike. Lê em li dijî van polîtîkayên ku krîzê derdixîne bi biryarin ku têkoşîna xwe geş bikin. Eger demokrasî neyê avakirin wê krîz mezintir bibe. Çareseriya vê yekê afirandina demokrasî û azadiyê ye. Divê pirsgirêka Kurd bi rêya demokratîk çareser bibe."

'DIVÊ TECRÎDA LI SER OCALAN WERE RAKIRIN'

Taşdemîr da xuyakirin ku ji bo krîz rabe pêşî di vê tecrîda li ser Ocalan rabe û got: "Divê tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe. Divê dawî li rejîma yek zilamî bînin. Divê hemû jin, hêzên ked û demokrasiyê xwe bi rêxistin bikin û bi awayekî xurt nerazîbûnê nîşanî vê yekê bidin. Em wekî HDP'ê, em ê li dijî vê yekê muxalefetê bikin."