Talîbanê Feyzabad bi dest xist, dibe ku demeke nêz Kabûl bikeve!

Talîbanê bajarê Feyzabadê bi dest xist ku li bakurrojhilatê Efganistanê ye. Bi vî rengî hejmara paytextên wîlayetan ên di nava hefteyekê de bi dest xist kir 9 bajar.

Li gorî rayedarên xwecihî yên Efgan, bajarê navendî yê wîlayeta Badahşanê Feyzabad ku bi rojan e şer lê diqewimî, şeva 10'ê Tebaxê kete destê Talîbanê.

Hate ragihandin ku hêzên ewlekariyê bajar terikandine û xwe li navçeyên derdorê girtine. Tê gotin, her du aliyan gelek kuştî dane.

Ji roja În a derbasbûyî û vir ve Talîbanê 9 paytextên wîlayetan bi dest xistiye. Di nava van de bajarê Kûnduzê jî heye.

DYE LI BENDÊ YE KU KABÛL BIKEVE

Li gorî nûçeyeke rojnameya Washington Postê ku agahiyên xwe dispêre rayedarên payebilind, hikumeta Emerîkayê li bendê ye ku di demeke nêz de Kabûl bikeve.

Rayedarekî diyar kir ku Kabûl dibe ku di nava 90 rojî de bikeve. Çavkaniyên cuda jî anîn ziman ku di nava 30 rojî de Kabûl dikare bikeve.

Halbûkî meha Hezîranê, artêşa Emerîkayê hesabê wê yekê dikir ku Kabûl di nava 6 mehan de dikare bikeve.

Tevî ku Talîban ji meha Gulanê û vir ve bi pêş ve diçe, Serokê DYE'yê Joe Biden roja Sêşemê bi daxuyaniyekê diyar kir ku biryara vekişandina hêzên Emerîkî wê bi cih bê anîn. Biden bang li hêzên hikumetê kir ku şer bikin.