Talîbanê baregeheke leşkerî bi dest xist

Tevgera Talîbanê baregeheke leşkerî ya li bakurê Afganîstanê bi dest xist. Herî kêm 14 leşker mirin û aqûbeta bi dehan leşkeran ne diyar e.

Berdevkê leşkerî yê wîlayeta bakur a Afganîstanê Mûhammed Hanîf Reza diyar kir ku di encama şerekî giran ê çend rojan de Talîbanê baregeha Şenaya ya li navçeya Gormaç a li eyaleta Feryabê bi dest xist.

Hate ragihandin, li baregehê ku roja Yekşemê şer lê dest pê kir, herî kêm 100 leşker hebûn. Berdevk got, "Trajediyeke ku baregeh ketiye destê dijminan. Hin leşker hatine kuştin, hinek jî dîl hatine girtin. Hinek ji wan jî reviyane ser girên li derdorê."

Rayedarekî herêmî Haşim Otak jî got, 14 leşker hatine kuştin, nêzî 40 leşker dîl hatine girtin.

Talîbanê roja Pêncşemê bajarê Gaznî yê li rojhilatê Afganîstanê bi des xistibû. Şerê li bajêr hîn dewam dike.