Sonda destpêkê ya Ereb wê Tîrmehê ber bi Marsê ve bi rê bikeve

Emîrat piştî ku sala derbasbûyî astronotek şand fezayê, vê carê jî wê di 15'ê Tîrmehê de sondaya fezayê bişîne Marsê.

Li gorî ajansa fermî ya nûçeyan a Emîrat (WAM), di çarçoveya projeya Emîrates Mars Mîssîon de wê 15'ê Tîrmehê ji Japonyayê sondayekê bişînin Marsê.

Emîrat ku xwe li qada zanistî û fezayê weke hêzeke xurt nîşan dide, wê bibe yekemîn welatê Ereb ku sonda bi navê 'Hope' ya bêpîlot dişîne dorhêla Gerstêrka Sor.

Di nûçeya WAM'ê de hate gotin, "Cîhan wê di 15'ê Tîrmeha 2020'an de saet 00:51'ê bibîne ku sonda 'Hope' ya fezayê ji navenda fezayê ya Japon Tanegashîma tê şandin."

Ji Wezareta Zanistên Pêşverû Sarah ben Yûsûf El Amîrî ku di heman demê de alîkara ji projeya 'Mîsyona Marsê' berpirsyar e, diyar kir ku ew bi biryar in ku di nava şert û mercên pandemiyê de jî projeya xwe bidomînin.