Sîsî serdana Bexdayê kir

Serokkomarê Misrê Evdil Fettah El Sîsî serdana payetxta Iraqê Bexdayê kir

El Sîsî Serokkomarê pêşî yê Misrê ye ku piştî 1990'î Iraqê Kuweyt dagir kirî, çûyî serdana Iraqê. Ji ber dagirkeriyê têkiliya dîplomatîk a du welatan nemabû.

Van salên dawî têkiliya nav du welatan geş bû û gelek caran rayedarên payebilind ên du welatan bi darî hev ketin.

El Sîsî bi çarçoweya geşkirina têkiliya ewlehî, aborî, bazirganî û veberhênanê ya nav Iraq, Misir û Ordinê serdana Iraqê dike.

Ev serden her wiha di demeke wiha de ye ku êrîşên dagirkeriya qirker ên Tirk ên li ser başûrê Kurdistanê zêde bûne.