Sefîrê Çînê yê li Israîlê li malê mirî hate dîtin

Sefîrê Çînê yê li Israîlê vê Yekşemê li malê mirî hate dîtin. Polîsan lêpirsîn dane destpêkirin.

Sefîrê Çînê yê li Israîlê Du Weî, 57 salî bû û Sibatê dest bi peywirê kiribû.

Berdevkê Polîsan Mîcky Rosenfeld ragihand sefîr li rezîdansa li Herzliya ya nêzî Tel Evîvê mirî hatiye dîtin.

Polîsên ku çûne cihê rûdanê lêpirsîn dane destpêkirin. Derbarê mirina sefîrê Çînê agahiyeke dî nehate dayin. Lê hate gotin Du Weî dema ku mirî hevjîna wî û kurê wî li Israîlê ne li cem wî bûne.

Du Weî beriya ku li Israîlê were peywirdar kirin, li Ukraynayê sefîrtî kiriye.

Du Weî çend roj piştî serdana Wezîrê Karên Derve yê DYE'yê Mîke Pompeo ya li Qudsê mir. Pompeo beriya bi demeke kurt ji Israîlê xwestibû ku veberhênên Çînê yên bi sektorên stratejîk re yên li Israîlê sînordar bike.