Rûsya vê carê civîna bilind a Sûriyeyê ya çar alî dicivîne
Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê diyar kir ku wê di navbera Rûsya, Fransa, Elmanya û Tirkiyeyê de civîna bilind a çar alî li ser Sûriyeyê bê lidarxistin.
Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê diyar kir ku wê di navbera Rûsya, Fransa, Elmanya û Tirkiyeyê de civîna bilind a çar alî li ser Sûriyeyê bê lidarxistin.
Wezareta Rûs diyar kir ku civîna bilind a navbera her çar welatan wê di demeke nêz de pêk were.
Hate gotin, Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov wê roja Duşemê biçe Enqereyê, 2 rojan lê bimîne û ji bo civîna bilind amadekariyan bike.
Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn û Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron jî roja Înê bi rêya telefonê li ser meseleya Sûriyeyê axivîbûn.