Rûsya gote DYA’yê li ser peymana nukleerî ya bi Îranê re bimîne
Rûsya, li ser peymana nukleerî ku di navbera Îranê û welatên sereke yên dinyayê de pêk hatibû, bang li DYA’yê kir ku ‘li ser vê peymanê bimîne’.
Rûsya, li ser peymana nukleerî ku di navbera Îranê û welatên sereke yên dinyayê de pêk hatibû, bang li DYA’yê kir ku ‘li ser vê peymanê bimîne’.
Sefîrê Rûsya yê li Neteweyên Yekbûyî (NY) Vasîlî Nebenzîa bal kişande ser giringiya ku 2015’an hatibû îmzekirin.
Nûnerên Çîn, Rûsya, DYA, Ingîltere, Elmanya û Fransayê yên aliyê peymanê vê heftiya were li Desteya Giştî ya NY’yê wê werin cem hev. Sefîrê Rûsya ji bo heftiya were peymanek da DYA’yê û got ‘ li ser peymanê bimînin.’’
Nebenzîa got ev peyman ne tenê ya Rûsyayê ye, ya wan hemû welatan e ku tevlî vê peymanê bûne û her wiha welatên li derveyî vê peymanê jî vê bangê dikin.
Tîrmeha 2015’an piştî danûstandinên li Viyanayê, Îranê deriyê tesîsên nukleerî ji çavdêrên navnetewî re vekir û di ber vê de peyman hate danîn ku ambargoya aborî ya li ser Îranê gav bi gav were rakirin.
Serokê DYA’yê Donald Trûmp ev peymana ku Obama qebûl kiribû bi ‘nebaş’î bi nav kiribû û destnîşan kiribûn ku ew dikarin ji peymanê vekişin.