Roket avêtin Kabîlê, şer didome
Li Kabîlê ya ku paytexta Efganistanê ye gelek roket hatin avêtin bajêr. Kesên çekdar avahiyek desteser kirin, li bajêr şer didome.
Li Kabîlê ya ku paytexta Efganistanê ye gelek roket hatin avêtin bajêr. Kesên çekdar avahiyek desteser kirin, li bajêr şer didome.
Hate ragihandin ku vê sibehê nêzî 10 roket avêtine Kabîlê. Li gorî AFP’ê helîkopteran nêzî camiya bajarê kevn gule reşandine û nêzî stadyûmê tevdîrên ewlehiyê hatine stendin.
Hate diyarkirin ku hin roket li nêzî Qesra Serokkomariyê ketine ya ku nûneriyên dîplomatîk û avahiyên hikumetê lê hene.
Berdevkê Wezareta Karê Hundir Necîb Daniş got ku, “Komeke terorîst li Reka Hana (bajarê berê) avahiyek desteser kirine û gelek roket avêtine Kabîlê. Du kes birîndar bûne. Hêzên ewlehiyê li dijî terorîstan a niha şer dikin.”
Berdevkê polîsên ê Kabîlê Haşmet Stanîkzayî jî piştrast kir ku şer didome û bîlançoya şer neda.
Hê tu komê ev êrîş li xwe negirtiye.
Hikumeta Efganistanê roja Yekşemê banga agirbestê kiribû û vê Sêşemê li benda bersiva Talîbanê bû. Serokkomarê Efganistanê diyar kiribû ku hikumeta Efganistanê hemû astengiyên li pêşiya aştiyê rakirine û bang li Talîbanê kiribû ku, “Li ser esasên nirxên Îslamê bila xwe ji hevdîtinên aştiyê re amade bikin.”
Piştî daxuyamiya serokkomar Talîbanê diyar kiribû ku ew ê bi sedan dîlan ji bo cejnê serbest berdin. Lê ji bo agirbestê tu daxuyanî nedabû.