Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê: Li Gîneyê ebola qediya

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ragihand ku li Gîneyê şewba Ebolayê bi dawî bûye.

Dîrektorê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê Tedros Adhanom Ghebreyesus bi daxuyaniyekê got, "Bi dersên ji salên 2014-2016'an hatin wergirtin, di encama hewldanên xurt ên Gîneyê û tedbîrên wergirtî de, pêşî hate girtin ku ev şewb li derveyî vî welatî belav bibe û hate kontrolkirin. Ev yek gaveke cihê kêfxweşiyê ye."

Li Gîneyê di şewba dawî ya Ebolayê de 12 kes mirin, 16 kes jî nexweş ketin.

Di navbera salên 2014 û 2016'an de li Gîne, Sîerra Leone û Lîberyayê 11.300 kesî ji ber şewbê jiyana xwe ji dest dabûn.

Bi derzîkirinê û tedawiyeke xurt li Komara Kongo ya Demokratîk pêşî li şewbê hate girtin. Di encama şewbê de ku heta Hezîrana par dewam kir, li Komara Kongo ya Demokratîk 2200 kesî jiyana xwe ji dest dabûn.