Rêxistina Efûyê li Iraqê li aqûbeta 643 kesên winda pirsî

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ji hikumeta Iraqê xwest bila hesabê 643 kesên Sunnî bide yên ku pênc sal berê ji aliyê Haşdî Şabî hatibû revandin. Koalîsyona Haşdî Şabî piştre tevlî nav artêşa Iraqê hatibû kirin.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî diyar kir ku ev kes di Hezîrana 2016’an de dema ku Fellûce di destê çeteyên DAÎŞ’ê de bû di dema operasyona Haşdî Şabî hatibûn windakirin.

Li gorî şahidan di 3’ê Hezîranê de bi hezaran kes reviyan û çekdarên unîformayên Haşdî Şabî li xwe kiribûn ‘1300 mêr û zarokên ku dikarin şer bikin’ bi xwe re birine.

Rêxistina Efûyê got “Di heman êvarê de herî kêm 643 kes xistine otobus û kamyonan. Ev kes ji wê demê û şûnde winda ne." Hate diyarkirin êşkence li kesên din hatine kirin.

Serokwezîrê wê demê Haydar El Abadî ji ber hovîtiya DAÎŞ’ê komîteyeke lêpirsînê ava kiribû.

Rêxistina Efûyê ji bo vê lêpirsînê got “Tu carî encama vê lêpirsînê ji raya giştî re nehate eşkerekirin. Malbatên van kesan pênc sal in nizanin ku ev mirov dijîn an na.”

Haşdî Şabî bi fermî îddîa dike ku wan tu kes destgîr nekirine. Lê fermandarên wan diyar dike ku bêyî ku ew li delîl û îspatan bibînin ku têkiliya mirovan bi DAÎŞ’ê hene, ‘cîhadîstan’ dixin girtîgehê. Kesên Sunnî jî diyar dikin piştî DAÎŞ’ê her dem zext li wan tê kirin.