Rêxistina Efûyê bi 'êşkence, dersînorkirina neqanûnî' Atîna sûcdar kir

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, Yewnanistan sûcdar kir ku li dijî koçberan êşkence kiriye, bi rengekî neqanûnî dersînor kiriye. Li gorî Rêxistina Efûyê, ev kiryar weke defakto bûye polîtîkaya sînor a Yewnanistanê.

Rêxistina Efûyê ya navneteweyî ragihandin ku di navbera Hezîran û Kanûna 2020'î de li ser sînorê Tirkiye û Yewnanistanê derdora 21 bûyer tespît kirine.

Di Sibat û Adara 2020'î de piştî ku Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan gef li Ewropayê xwar ku wê deriyên sînor veke, bi deh hezaran koçber di ser deriyê sînor ê Kastanîesê derbasî Yewnanistanê bûn.

Yewnanistanê jî piştî vê gefê, prosedura penaberiyê rawestand û koçber li Tirkiyeyê vegerand.

Lê belê li gorî Rêxistina Efûyê ev pêkanîn piştî krîza koçberiyê jî dewam kir. Adrîana Tîdona ya li Ewropayê li ser koçberan lêkolînê dike got, "Lêkolînên me nîşan dide ku dersînorkirina bi tundî li herêma Evrosê veguheriye polîtîkaya kontrolkirina sînor a Yewnan."

Di rapora Rêxistina Efûyê de hate gotin, "Asta birêxistinkirinê ya radestkirina van mirovan nîşan dide ku Yewnanistan çiqasî amade ye van mirovan bi rêyên neqanûnî radest bike û ser vê yekê binixumîne."

Koçberên ku ji Rêxistina Efûyê re axivîn diyar kirin ku karmendên Yewnan ên bi unîforma yan jî sivîl li wan dane yan jî wan şahidî ji tundiyê re kirine. Koçberan ragihandin ku bi giranî ew hatine tazîkirin, lêgerînên ku rûmeta mirovan binpê dike li wan ferz kirine û ev yek jî carna li pêş jinan û zarokan hatiye kirin.

Hate ragihandin ku di nava kesên hatine dersînorkirin de penaberekî ku mafê penaberiyê hatiye qebûlkirin jî heye.

Rêxistina Efûyê ya navneteweyî bang li Yewnanistanê kir ku tavilê 'van dersînorkirinan' rawestîne û 'lêpirsîneke bêalî û serbixwe' bimeşîne.