Rêveberiya Obama danekirinên nû li ser Rûsyayê ferz kir

Rêveberiya Barack Obama ku amadekariyê dike di hefteya pêş de rêveberiyê radestî Donald Trûmp bike, li dijî Rûsyayê biryarên danekirinên nû girt.

Li gorî daxuyaniyên Wezaretên Karên Derve û Maliyeyê yên DYA, rayedarekî payebilind ê Rûs û du kesên tê gotin di sala 2006'an de sûîqestek kirine, li lîsteya danekirinan hatin bicihkirin.

Di daxuyaniyan de hat gotin, yek ji van kesan Serokê Komîteya Lêkolînê ya Rûs Aleksander Bastrykîn û yên din jî Andrey Loûgovoy û Dîmîtrî Kovtoûn e, ku weke kiryarê kuştina ajanê berê yê Rûs Aleksander Lîtvînenko tên sûcdarkirin e. Lîtvînenko di sala 2006'an de li Londonê bi jehrê hatibû kuştin.

Hat ragihandin, navê van kesan li lîsteyan Qanûna Magnîtskî ku di sala 2012'an de hat derxistin, hatine bicihkirin û mal û milkê van kesan ên li DYA hatine desteserkirin.

Rêveberiya Barack Obama îdîa dike ku di serketina Donald Trûmp de rola Rûsyayê heye.