Rejîma Îranê moşeka xwe ya nû da nasîn

Wezareta Parastinê ya Îranê moşeka xwe ya nû ya menzîla wê kin e da nasîn.

Danasîna moşeka nû ya bi navê "Fateh Mobîn" di ajansa nûçeyan a Tasnîmê de hate weşandin ku ev ajans nêzî mûxafazakaran e.

Li gorî ajansê, general Amîr Hatamî got, "Çawa ku me soz daye gelê xwe yê hêja, ji bo xurtkirina kapasîteya xwe ya moşekên balîstîk em her hewl didin."

Hatamî got, "Em ê hêza xwe ya balîstîk her roj xurtir bikin."

Wezîrê Parastinê ji bo versiyona nû ya Fateh Mobîn got, "Sedî sed malê welêt e, çust e, veşartî ye, xwedî taktîk e û berê xwe dide hedefa xwe." Wezîr bi dewamî got, "Pê piştrast bin; zext û şerê psîkolojîk ê li dijî neteweya Îranê ya mezin çiqasî zêde bibe, wê îradeya me ay ji bo xurtkirina kapasîteya parastinê ya li her qadê jî xurtir bibe."

Bernameya moşekên balîstîk ên Îranê her tim di rojeva welatên rojavayî bi taybetî DYA'yê de ye. Rêveberiya Tehranê jî îdîa dike ku kapasîteya wan a parastinê ji bo aramiya herêmê gelekî girîng e.

Serokê DYA'yê Donald Trûmp ku meha Gulanê bi rengekî yek alî xwe ji peymana nukleerê ya bi Îranê re vekişand, bang li Îranê kir ku kapasîteya xwe ya moşekên balîstîk û destwerdana li herêmê kêm bike. Rêveberiya Trûmp 6'ê Tebaxê ji nû ve dest bi pêkanînên aboriyê yên li dijî Îranê kir.