Rêjeya dengê Fîllon kêm dibe

Li Fransayê bala hilbijêran li ser pêşhilbijartina Partiya Sosyalîst (PS) ye, ku wê di 22 û 29'ê Çileyê de bê kirin. Li gorî anketên dawî, rêjeya dengê namzetê rastgir Françoîs Fîllon her kêm dibe.

Şîrketa Ifopê ji bo organên medyayê Itêlê, Parîs Match û Sud Radîo anketek amade kir. Li gorî vê anketê, di tûra destpêkê ya hilbijartina Serokkomariyê ya meha Nîsanê de, lîdera nîjadperest Marîne Le Pen ji sedî 26 heta ji sedî 26,5 ê dengan distîne.

Li gorî anketê, di nava namzetên rastgir de şensê yê ku tevî Le Pen ji tûra hilbijartinê re bibîne, namzetê Komargeran (LR) Françoîs Fîllon e. Tê texmînkirin ku Fîllon ji sedî 24 heta 25'an deng bigire. Di anketên meha Mijdarê de rêjay dengê Fîllon ji sedî 29 bû.

Li gorî anketa Ifopê, di rêza sêyemîn de jî Wezîrê berê yê Aboriyê Emmanûel Macron cih digire. Tê payîn Macron li gorî profîla namzetê PS'ê ji sedî 17 heta ji sedî 20 ê dengan bigire. Eger namzetê PS Serokwezîrê berê Manûel Valls be, tê texmînkirin ku Macron ji sedî 17 ê dengan bigire. Eger Vîncent Peîllon be wê xwe bigihîne ji sedî 20'an.

Çav li rê ye Macron bi taybetî dengê hilbijêrên rastgir û çepgirên navendî bigire.

Li gorî anketê, tercîha destpêkê ya hilbijêrên çep ên ji polîtîkayên PS aciz in, Jean-Lûc-Mêlenchon e. Tê texmînkirin ku rêjeya dengên Mêlenchon li dora ji sedî 11-13'an e. Bi diyarbûna namzetê PS re tê payîn ku hîn bêhtir hilbijêr li dora Mêlenchon bicivin.