Rayedarên DYA û Rûsyayê hefteya bê dîsa li hev rûdinên

Şêwirmendê Ewlekariyê yê Qesra Spî John Bolton û hempîşeyê wî yê Rûs Nîkolay Patrûşev wê hefteya bê li Cenevreyê li hev rûnên. Rayedarên her du welatan wê li ser kontrolkirina çekên şerê navxweyî yê Sûriyeyê û rola Îranê biaxivin.

Li gorî nûçeya Reutersê, rayedarekî rêveberiya Amerîkayê diyar kir ku Bolton û Patrûşev wê hefteya bê li Cenevreyê li hev rûnên.

Beriya vê civînê meha Tîrmehê li Helsînkiyê Serokê DYA Donald Trûmp û hempîşeyê wî yê Rûs Vladîmîr Pûtîn li hev rûniştibûn ku vê hevdîtinê rê li ber nîqaşan vekiribû.

Li ser îdîaya destwerdana Rûsyayê li hilbijartina 2016'an a Serokatiya DYA'yê, Trûmp gotibû; ji bo ji Pûtîn bêhtir baweriya xwe bi servîsên îstîxbaratê yên Amerîkayê bînim, sedemek nîne. Ev gotin jî bûbû sedem ku li Amerîkayê rexne li Trûmp bê kirin.

Qesra Spî li ser hevdîtina li Helsînkiyê kêm agahî weşandibû. Lê belê nûnerekî rêveberiya DYA'yê dabû xuyakirin ku her du lîder bi giranî li ser Sûriyeyê axivîne û bi taybetî rola Îranê ay di şer de û rewşa însanî ya li Sûriyeyê nirxandine.

Nûner diyar kiribû ku Trûmp û Pûtîn li ser derketina Îranê ji Sûriyeyê hemfikir in, lê belê li gorî Rûsyayê ev yek karekî zehmet e.