Rahîban destdirêjî li 1000 zarokan kirine!

Dozgerê eyaleta Pensîlvanya ya DYA'yê ji ber 300 bûyerên destdirêjiya zayendî yên li dêra Katolîk a li eyaletê dest bi lêpirsînê kir. Tê gotin ku destdirêjiya zayendî li hezar zarokan hatiye kirin.

Li gorî encama rapora ku ji aliyê jûriya gel ve hate amadekirin, dem di ser hemû sûcdariyan re derbas bûye û dibe ku doz li kesî neyê vekirin.

Li gorî qanûna ceza ya DYA'yê, dozger dikare mijarê bibe ber destê jûriya gel û bike ku biryarê bide ji bo doz were vekirin an na. Darizandina du rahîban dest pê kir.

Yek ji rahîban bi destdirêjiya zayendî ya li zarokek 7 salî tê darizandin û rahîb sûcê xwe qebûl kiriye. Rahîbê sûcdar wê herî zêde 5 salan girtî bimîne.

Beşek ji zarokên ku bûn hedefa destdirêjiya zayendî ya rahîban kêmî 10 salî ne.

Tê gotin ku vî rahîbî dest dirêjî 5 keçên xwişkê hev kirine û ji wan a herî biçûk 18 mehî ye.

Ev ne rapora pêşî ye ku jûriya gel a li DYA'yê li ser îstîsmara zayendî ya li dêra Katolîk diweşîne. Lê belê cara yekemîn e ku raporek bi vî rengî bi berfirehî ji raya giştî re tê eşkerekirin.