Qirêjkirina hewayê: Her sal 9 milyon kes zû dimirin

Di demekê de ku cîhan li dijî şewba vîrûsa Korona têdikoşe, qirêjiya hewayê her sal dibe sedem ku 9 milyon mirov zû bimirin.

Li gorî lêkolîneke li kovara nexweşiyên reh û dil a bi navê Cardîovascûlar Research de hate weşandin, hewa ku bi taybetî li bajaran û herêmên pîşesaziyê tê qirêjkirin, dibe sedem ku bi milyonan mirov zû bimirin.

Li gorî lêkolînê, ji ber qirêjkirina hewayê her sal li cîhanê 8.8 milyon mirov zû jiyana xwe ji dest didin. Qirêjkirina hewayê ji bo şexsekî bi derdora 3 salan temenê mirovan kêm dike.

Mirina ji ber qirêjkirina hewayê û mirina ji ber nexweşiyên din hatin nirxandin. Li gorî vê yekê, mirina zû ya ji ber qirêjiya hewayê li gorî ya mirina ji ber nexweşiya sorikê bi 19 qatî zêde bû. Li gorî AÎDS'ê bi 9 qatî, li gorî mirina zû ya ji ber bikaranîn alkolê jî bi sê qatî zêdetir e.

'LI ASYAYÊ 4 SAL IN ZÛ DIKUJE'

Aliyê balkêş ê lêkolînê ku li gelemperiya cîhanê hate kirin, cudahiya dema mirina zû ya li gorî welatan e. Li Çînê ji ber qirêjkirina hewayê mirov bi giranî bi 4.1 salî zûtir dimirin. Li Hindistanê 3.9 sal û li Pakistanê jî 3.8 sal zûtir dimirin.

Ji pisporên lêkolînê Thomas Munzel diyar kir ku sotemeniya fosîlê bi giranî sedema qirêjkirina hewayê ye. Munzel anî ziman ku rêjeya bikaranîn vê sotemeniyê li welatên pêşketî 80 ji sedî ye û got, piştî ku enerjiya paqij hate bikaranîn wê salane 5.5 milyon kes bên rizgarkirin ku zû jiyana xwe ji dest nedin.