Pûla ku dijî nîjatperestiyê hatî hazirkirin bi nîjatperestiyê tê sûcdarkirin
Li Spanyayê pûlên posteyê ku postexanê hazir kirî bi nîjatperestiyê têne sûcdarkirin.
Li Spanyayê pûlên posteyê ku postexanê hazir kirî bi nîjatperestiyê têne sûcdarkirin.
Li Spanyayê pûlên postayê yên ku postaxaneyê dijî nîjatperesttiyê hazir kirî, ji ber reng û bihayê xwe bûne sedema helwesteke cidî.
Li gorî nûçeya ku di Washîngton Postê de weşiyayî pûlên posteyê ku dijî nîjatperestiyê û ji bo têkoşîna dijî nîjatperestiyê hatine hazirkirin ji ber reng û bihayê xwe bûne sedema nerazîbûnan.
Pûlên postayan ên rengê xwe herî tarî bi 70 centî, ên rengê xwe vekirî bi 1,60 Euroyî têne firotin.
Di daxuyaniya rayedarên postayê de hate gotin, ''Rengê pûlan çi qasî tarî bin bihayê wê ew çend kêm dibe. Dema ku hate şandin divê zêdetir mohra reş lê were dayin. Bi vî rengî newekheviya ku rê li nîjatperestiyê vedike tê destnîşankirin.''
Di daxuyaniyê de tê diyarkirin rêze pûlên 'Equalîty stamps' di heftiya cihêrengiyê ya Ewropayê û di salvegera kuştina George Floyd de hatiye hazirkirin.
Nûçegihan Moha Gerehou ku nûçeya Washîngton Postê hazir kirî bal kişande ser serwîsa postayê ya Spanyayê bi niyeteke baş e lê ev insîyatîva dijî nîjatperestiyê ketiye rengekî nîjatperest.