Polîsê Hollandayê têkildarî êrîşkarê Tirk nameyek dît

Roja Dûşemê li bajarê Ûrtrech ê Hollandayê êrîşek hatibû kirin û di êrîşê de 3 kes hatibûn qetilkirin. Êrîş ji aliyê Gokmen Taniş ê eslê xwe Tirk ve hatibû kirin û polîsan di wesayîta Taniş de nameyek dît. Polîsan got ku îhtimala ‘êrîşa terorî’ cidî ye.

Polîsê Hollandayê têkildarî êrîşa roja Dûşemê daxuyanî da û ragihand ku di wesayîta êrîşkar de nameyek dîtine. 

Di daxuyaniya nivîskî de hate gotin ku îhtimaleke cidî ‘êrîşekî terorî’ ye.

Çapemeniya Tirk piştî êrîşê ‘pirsgirêka malbatî’ derxistibû pêş, polîs û dozgeriyê ragihandin ku ti têkiliyek bi êrîşkarê Tirk û kesên bûne qûrbanî de nedîtine.

Di êrîşê de 3 kes miribûn û 5 kes birîndar bûbûn. Piştî êrîşê êrîşkarê Tirk ê 37 salî ku reviya danê êvarê hatibû girtin.

Serokê şaredariya bajêr Mark Rûtte wiha got; “Êrîşa terorîstî, êrîşeke ku li dijî şaristanî û civaka me ye. Yekane bersiva ku ji bo vê were dayîn dewleta me ya hiqûq û demokrasiyê hê bêhtir ji şîdetê û fantîzmê bihêztir e.”