Piştî teqîna li komstêrka Cygnûsê, wê stêrkeke nû bafire

Di encama lêkolîna zanyarên Amerîkî de tespît bû, ji ber lihevketina du stêrkên li nava Komstêrka Cygnûsê, stêrkeke nû ya mezin dafire.

Li Zanîngeha Calvîn a li Mîchîganê, di encama xebatên astronotan de, hat dîtin ku li Komstêrka Cygnûsê stêkeke nû dafire.

Astronotan tespît kirin, ku stêrka bi navê KIC 9832227 a li nava Komstêrka Cygnûsê, ku ji sala 2013'an û vir ve dişopînin, 'cot stêrkek' e û wê di nava 5 salên pêş de bi 10 hezar qatî hê zêde bibiriqîne.

Tê gotin ev her du stêrk rotasyona li dora hev qels dikin û dibe ku ev rewş bi yekbûna ji ber teqîna mezin a weke supernova jî tê binavkirin, bi encam bibe. Tê teqînkirin, şîdeta teqîna gengaz, di asta navbera teqîna normal a bi navê nova û teqîna supernova de be.

Ev cotstêrka bi navê KIC 9832227 bi qasî 1800 salên ronahiyê ji cîhanê dûr e. Li gorî lêkolînê, tê payîn teqîna rê li ber yekbûna her du stêrkan ve, di navbera salên 2021 û 2023'an de pêk were. Lê dîsa jî tê destnîşankirin, ku şexsê texmîna teqîneke bi vî rengî 'yek ji mîlyonekê' ye.

Di lêkolînê de hat tespîtkirin, ku eger teqîn pêk were wê li Komstêrka Cygnûsê stêrkeke mezintir çêbibe.