Piştî biryara Trûmp rayedarekî din ê Pentagonê îstifa kir

Piştî biryara Serokê DYE'yê Donald Trûmp a ji bo vekişîna ji Sûriyeyê, rayedarekî din ji Wezareta Parastinê îstifa kir.

Midûrekî rêveberiya Wezareta Parastinê Kevîn Sweeney got, "Ji bo derbasî sektora taybet bibim, dem hatiye" û îstifa kir. Sedema îstifayê nehate eşkerekirin. Li ser mijarê daxuyaniyeke kurt hate dayin û navê Trûmp nehate hilanîn.

Sweeney ji Çileya 2017'an ve di rêveberiya Wezareta Parastinê de bû.

Sweeney bû rayedarê çaremîn ku piştî biryara Serokê DYE'yê Donald Trûmp a ji bo vekişîna ji Sûriyeyê îstifa kirin.

Beriya niha Wezîrê Parastinê yê DYE'yê Jîm Mattîs 20'ê Kanûnê ragihand ku nêrînên wî û yên Trûmp li hev nakin û îstifa kiribû.

Roja Duşemê Berdevkê Pentagonê Daha Whîte jî îstifa kir. Beriya wî, Nûnerê Taybet ê DYE'yê yê li nava Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAÎŞ'ê Brett McGûrk îstifa kiribû.

Piştî nîqaşên berfireh ên li siyaseta navxweyî ya DYE'yê Trûmp neçar mabû ku eşkere bike, wê vekişîna yekîneyên leşkerî ji Sûriyeyê demekê biajo.

Wezîrê Karên Derve yê DYE'yê Mîke Pompeo jî 3'ê Çileyê roja Pêncşemê gotibû, "Beşek ji mîsyona me ye ku DYE nehêle Kurd bi destê Tirkan bên kuştin."