Pêvajoya aştiyê ya li Kolombiyayê di rewşeke xetere de ye

Piştî ku serokdewletê nû dest bi wezîfeyê kir, pêvajoya aştiyê a li Kolombiyayê kete nava rewşeke metirsîdar. Ji ber ku hin fermandarên berê yên FARC'ê bi tedbîr nêzî pêvajoya aştiyê dibin, dadgeriyê ji fermandarê berê xwest ku helwesta xwe zelal bikin.

Di çarçoveya peymana aştiyê de, ku di navbera Hêzên Çekdar ên Şoreşger ên Kolombiyayê (FARC) û Serokdewletê berê Jûan Manûel Santos de sala 2016'an hate îmzekirin, biryar hatibû dayin ku zêdeyî 7 hezar gerîla tevlî jiyana siyasî bibin. Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) a ku pêvajoyê bi rê ve dibe, hefteya bihurî daxuyaniyek da û diyar kir ku ji lîderên berê yên gerîla yên tevlî pêvajoya siyasî bûn, herî kêm şeş kes 'ji holê winda bûne'.

JEP'Ê JI FERMANDARÊN GERÎLA XWEST KU HELWESTA XWE ZELAL BIKIN

Lîderên navborî ji tevlîbûna 1500 gerîlayên berê ya li jiyana siyasî berpirsyar in. Lewma ji ber ku van lîderan herêmên xwe terikandine, tê gotin ku pêvajo ketiye nava rewşeke ne diyar.

Saziya bi navê Dadgeriya Taybet a ji bo Aştiyê (JEP) ku di çarçoveya peymana aştiyê de wê sûcên şer mehkeme bike, daxuyaniyek da. JEP'ê ji lîderên berê yên gerîla yên mayî xwest, li ser karên aştiyê 'raporê binivîsînin'.

Ji 31 rêveberên berê yên FARC'ê tê xwestin ku li ser kar û hewldanên xwe yên ji bo aştiyê raporê amade bikin. Ji lîderên berê yên gerîla tê xwestin, nêrîna xwe ya li pêvajoya aştiyê û niyeta xwe ya nû eşkere bikin.

TÊ GOTIN KU IVAN MARQUEZ JÎ TEVLÎ KOMÊN CIHÊ BÛNE BÛYE

Li gorî nûçeyên medya Kolombiyayê, ji rêveberên girîng ên FARC'ê Ivan Marquez û Hernan Velasquez tevlî komên FARC'ê bûne yên naxwazin çekan deynin. Her wiha tê îdîakirin ku Marquez û Velasquez çûne Venezûelayê.

Lê belê FARC'a ku xwe ji nû ve ava kir, ev îdîa red kir. Lewma daxwaz ji lîderên berê yên gerîla hate kirin ku daxuyaniyê bidin. Fermandarên berê yên gerîla Henry Castellanos û Jose Benito Cabrera ku beriya niha ji cihê lê bûn çûbûn, ragihandibûn ku ew ji pêvajoya aştiyê qut nebûne.

Ya ku herî zêde gefê li pêvajoya aştiyê ya li Kolombiyayê dixwe, helwesta Serokdewletê nû yê Kolombiyayê Ivan Duque ye. Duque îdîa kir ku peymana bi FARC'ê re hatiye îmzekirin 'gelekî tawîzkar' e û îlan kiribû ku wê helwesta li ser lîderên gerîla biguherîne.

JI BER REWŞA NEDIYAR, HIN GERÎLAYÊN BERÊ YÊN FARC'Ê HELWESTA XWE GUHERANDIBÛN

Li gorî peymana ku sala 2016'an hate îmzekirin, FARC di hilbijartinê de çiqas dengan bi dest bixe jî herî kêm divê bi 10 kursiyan were temsîlkirin. Ivan Marquez ku tê îdîakirin tevlî komên çekdar bûye, kursiya ku li parlamentê jê re hatibû veqetandin red kiribû. Marquez dûrketina ji naveroka peymana aştiyê weke hinceta redkirina parlamenteriyê nîşan dabû.

Şerê navxweyî yê li Kolombiyayê sala 1964'an dest pê kir û zêdeyî 260 hezar kes mirin. Tê texmînkirin ku bi deh hezaran kes jî hatin windakirin. Di navbera FARC'ê û dewleta Kolombiyayê de sala 2012'an li Kubayê danûstandinan dest pê kiribûn û sala 2016'an jî peymana aştiyê hatibû îmzekirin.