NY’yê ragihand ku sala 2021’ê li benda 500 hezar koçberên Efgan bûn

NY’yê di daxuyaniya duh de anî ziman ku li gel Efganistan a ketina destê Talîbanan re, seneryoya xirab a koçberan eşkere kir. NY’yê ragihand ku li benda 500 hezar koçberên Efganî ne.

Alîkara Komîseriya Bilind a Koçberan a Neteweyên Yekbûyî Kelly Clements got: “2,2 milyon zêdetir Efganî ji aliyê Îran û Pakistanê ve tên stirîn.”

Clements anî ziman ku Efganî neçar man ku welatê xwe bi terikînin, ji nîv milyon zêdetir Efganî koçberî cîhanê bûne.

Clements got: “Weke hejmar li herêmê nêzî 500 hezar koçberên nû hene.” Celemts diyar kir ku ji bo koçberên Efgan bi boneya pêşkêşkirina Plana Amadekariyên Herêmî û Mudaxeleyê ev yek weke seneryoya herî xirab hate eşkerekirin.