NY: Li Hudeydeyê li ser jiyana 100 hezar kesî taloke heye

Neteweyên Yekbûyî ragihand ku li bajarên peravê yê Yemenê Hudeydeyê jiyana bi 100 hezaran mirov di talokeyê de ye.

Koalîsyona Ereb a bi pêşengiya Siûd gelek bombeyan davêje Hudeydeyê, ku ev bajar di kontrola milîsên Husî de ye. Koordînatorê Karê Mirovan a NY'ê ya li Yemenê Lîse Grand diyar kir van rojên dawî rewş kambax bûye û hemû malbat bi tirs û xofê dijîn.

900 HEZAR KES LI XWARINÊ DIGERIN

Grand got, ''Li Hudeydeyê li ser jiyana bi sed hezaran kesî taloke heye' û diyar kir 25 ji 100'î yê zarokan tim bi zikê birçî ne, 900 hezar kes bêhêvî li xwarinê digerin û 90 hezar jinên ducanî talokeyeke mezin li ser wan heye.

Grand her wiha diyar kir ''Mirov hew didin ku li ser piyan bimînin'' û domand, ''Pêdiviya malbatan bi her tiştî heye bi xwarinê, pere, tedawî, av, lêzimiyên acîl, desteka taybet û stargehan. Dema ku mirov dibîne pêdiviya ev qas mirovan bi ev qas tişt heye kezeba mirov dişewite.'

Perava Hudeydeyê li Yemenê ku hewceyî alîkariya derve ye, ji bo bi milyonan mirov pir girîng e. Nêzî 70 ji 100'î yê alîkariya mirovî û hema hema hemû stoyên bazirganî yên bakurê Yemenê ji Hudeydeyê û perava Saleefê ya bakurê wê dikeve hundur

Grand got, ''Jixwe gelek tişt hatibû hilweşandin. Heke mirov tenê li van 6 heftiyên dawî binere, çewlik, mal, sewal û dewar, şîrket, rê, tesîsên avê û aş bûne hedef.''

Grand got ti tişt nabe hinceta malîyeta însanî ya  vî şerî û bandora wê ya li alîkariya însanî û domand, ''Aliyên şer ji bo parastina sivîlan û jêravaniyên sivîl, ji bo alîkariya mirovî ya pê hewce ya ku pê li jiyanê bimînin, divê hesab bikin û divê ji bo vê jî her tiştî bikin.''