NY ji bo parastina Filîstîniyan çar pêşniyar dan

Sekreterê Giştî yê NY’yê Antonîo Guterres ji bo ewlehiya Filîstîniyên ku li xaka di bin dagirkeriya Israîlê de were parastin 4 pêşniyar dan.

Pêşniyarên Sekreterê Giştî Antonîo Guterres piştî bûyerên tundiyê yên li Xazeyê, ya ku ji Adarê ve zêdetirî 171 Filîstînî ji hêla Israîlê ve hatin kuştin, di wê raporê de cih girt ku Desteya Giştî ya NY’yê xwestibû.

Guterres got ji bo her pêşniyarê di navbeyna Israîlî û Filîstîniyan de pêdivî bi hevkariyê heye. Lê nayê payin ku Israîl van pêşniyaran qebûl bike.

Di rapora 14 rûpelî ya Sekreterê Giştî ya NY’yê de 4 pêşniyar wiha ne:

-Li gel çavdêrên mafê mirovan û çavdêrên ku karê siyasî dişopînin, NY divê li qadê hebûna xwe xurtir bike

-Bi armanca ewlehiya gel, divê alîkariya mirovî û rabûnê werin zêdekirin

-Li cihên kontrole û li qadên nêzî koloniyên Israîlê yên hesas, avakirina misyona çavdêr a sivîl

- Ji bo ewlehiya fizîkî ya sivîlan bi rayeya NY’yê bicihkirina hêza polîs yan jî leşkeran.