NY: Hejmara Pentagonê ya li ser kuştina sivîlan 'kêm' hatiye eşkerekirin

Artêşa DYE'yê ragihand ku di sala 2020'î de 23 sivîl hatine kuştin. Neteweyên Yekbûyî (NY) jî ragihand ku lêkolîneke têrker nehatiye kirin, lewma hejmara sivîlên hatine kuştin kêm hatine eşkerekirin.

Pentagonê bi raporekê eşkere kir ku piraniya wan li Efganistanê di sala 2020'î de herî kêm 23 sivîl hatine kuştin. Lê belê Neteweyên Yekbûyî ragihand ku hejmara ji aliyê Pentagonê ve hatiye eşkerekirin kêm e û rexne lê kir ku bi têrkerî lêkolîn nekiriye.

Wezareta Parastinê ya DYE'yê ku li ser daxwaza Kongreya DYE'yê ji sala 2018'an û vir ve raporê pêşkêş dike, diyar kir ku di operasyonên leşkerî de 23 sivîl hatin kuştin, 10 sivîl jî birîndar bûn.

Beşek ji van operasyonan jî weke 'sira dewletê' tê nirxandin. Têkildarî kuştina sivîlan ku piraniya wan li Efganistanê rû da hate gotin, 'Pentagon berpirsyariyê nas dike'. Sivîlek jî li Somalî hate kuştin.

Pentagonê her wiha hejmarên navbera salên 2017 û 2019'an ji nû ve nirxand û diyar kir ku piraniya wan li Sûriye û Yemenê 65 sivîl hatine kuştin, 22 sivîl jî birîndar bûne. Di raporê de hate ragihandin, ku Pentagonê 3 milyon dolar tazmînat jî daye.

Rêxistinên civakî Yên sivîl jî di raporên xwe de yên bi rêk û pêk diweşînin, diyar dikin ku Pentagonê hîn bêhtir sivîl kuştiye û gelek jî birîndar kiriye.

Rêxistina bi navê Airwars ku li tevahiya cîhanê êrişên li dijî sivîlan dide hev, ragihand ku hejmara sivîlên ku di sala 2020'î de ji aliyê DYE'yê ve hatine kuştin 102 kes e û ev hejmar ji hejmara ku Pentagonê eşkere kiriye bi 5 qatî zêdetir e.

Mîsyona Neteweyên Yekbûyî ya li Efganistanê jî ragihand ku di operasyonên artêşa DYE'yê de sala 2020'î 89 kes hatin kuştin û 31 kes jî birîndar bûn.

Pentagonê diyar kir ku li Somalî sivîlek hatiye kuştin, lê Airwars û rêxistinên civakî yên sivîl ên din radigihînin ku herî kêm 7 sivîl hatine kuştin. Hate ragihandin ku ev hejmar li Sûriye û Iraqê jî 6 kes in.

Her wiha tê ragihandin ku Pentagon ji bo dayîna tazmînatê jî tevî ku kongreyê budçe pejirandiye, hîn tazmînat nedaye kesî.