Nîqaşên Peymana Behra Hazarê didome

Di navbera Îran, Rûsya, Kazakistan, Turkmenistan û Azerbaycanê têkildarî Behra Hazarê peyman hatibû çêkirin. Nîqaşên vê peymanê didome.

Di navbera Îran, Rûsya, Kazakistan, Turkmenistan û Azerbaycanê têkildarî Behra Hazarê di 12’ê Tebaxê de roja Yekşemê li bajarê Aktove yê Kazakistanê peymanek hate îmzekirin. Behra Hazarê ya ku di navbera van welatan de 20 sal berê hatibû parvekirin û bi parvekirinê re kêşe jî çêbûbûn. Îran û Rûsyayê bi hinceta ku di para wan de petrol tune, dixwest parvekirin ji nû ve were kirin.

RÛHANÎ: JI BO EWLEKARIYA NETEWEYÎ PEYMANEKE GIRÎNG E

Îran diyar dike ku di peymanê de wan tawîz nedane. Serokkomar Hasan Rûhanî got ku, “20 sal in ev her 5 welat li ser sînor û para Behra Hazarê muzakereyan dikin. Hin kêşe hatine çareserkirin lê hin kêşe hê jî mane. Rûsya qîma xwe bi para 17 ji sedî tîne. Di navbera Îran, Tirkmenistan û Azerbaycanê hin nelihevkirin heye, me hinek jê çareser kir lê hinek jê hê mane.”

Rûhanî got ku, “Li gorî komployeke NATO û DYA’yê hêzên biyan ew ê li peravên Behra Hazarê baregehên leşkerî ava bikirina, lê ev tişt nehate qebûlkirin ku, keştiyên her 5 welatan divê ala welatekî li ba bikin. Di heman demê de axa welatekî li vê derê, ew ê ji bo dagirkeriya welatekî din neyê bikaranîn.”

Berdevkê Wezareta Karê Derve Behrem Kasimî jî got ku, "Vê peymana Behra Hazarê ji bo polîtîkaya derve ya Îranê serkeftineke mezin e. Ji ber ku li ser Behra Hazarê ew ê tu hêzên biyan nikaribin bi cih bibin. Ez dikarim ji gelê Îranê re bibêjim ku, di vê peymanê de em tu ji mafan mehrûm nemane û me encamên baş stendine."