New York ma di bin avê de: 7 kes mirin
Ji ber bagera Îda ya li bakurê rojhilatê DYE’yê, New York ma di bin avê de, bi kêmanî 7 kes mirn.
Ji ber bagera Îda ya li bakurê rojhilatê DYE’yê, New York ma di bin avê de, bi kêmanî 7 kes mirn.
Li gorî Polîsên New Yorkê ji ber mercên xirab ên hewayê ya ji roja Pênşemê û vir ve 7 kesan jiyana xwe ji dest da. Ji ber bagera Îda ya ku li peravên eyaleta Lûîsîana, hejmara kesên mirin gihişte 15’an.
Stasyonên metroyê yên welat man di bin avê de, çûn û hatin hate rawestandin.
Waliyê Eyaleta New York Kathy Hochûl rewşa lezgîn ragihand.
Tê payîn ku bahoza Îda ber bi rojhilatê New Yorkê ve biçe.