NATO wê bi 50 hezar leşker û 250 balafiran tetbîqatê bike

Tetbîqata mezin a NATO'yê wê roja Pêncşemê li Norwêcê bê kirin. 31 dewlet wê tevlî bibin.

Tetbîqat wê li cihekî nêzî sînorê Rûsyayê were kirin. 50 hezar leşker, 250 balafir, 10 hezar tank, qemyon û wesayitên din ê leşkerî wê tevlî tetbîqatê bibin.

Serheng Eynsteîn Kvarvîng ji Reûtersê re axivî û diyar kir ku hêzên tevlî tetbîqatê bibin li şûna xwe bi cih bûne. Kvarvîng got, ji bo xurtkirina kapasîteya şer wê tetbîqat du hefteyan bidome.

Navê 'Trîdent Jûnctûre' li tetbîqatê hate kirin. Ji salên 1980'î û vir ve tetbîqata herî mezin e ku li Norwêcê tê kirin. Bi vê tetbîqetê re tê îdîakirin ku NATO wê qada parastina leşkerî xurtir bike.

Tê îdîakirin ku tetbîqat di fermiyetê de li dijî ti hêzê nayê kirin. Lê fikar nîne ku hedef Rûsya ye.