Muzeya Reqayê hat rizgar kirin
Muzeya Reqayê ku DAIŞ’ê berhemen wê yên dîrokî talan kirin, şervanên QSD’ê rizgar kir.
Muzeya Reqayê ku DAIŞ’ê berhemen wê yên dîrokî talan kirin, şervanên QSD’ê rizgar kir.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ji bo Reqayê ji DAIŞ’ê rizgar bike, operasyona dayî destpêkirin di roja 103’an de domiya. Şervanên QSD’ê yên ji sedî 75 Reqa xistin bin kontrola xwe, li navenda bajêr mal bi mala operasyonên li dijî DAIŞ’ê pêk tînin. Gelek herêmên Reqayê ji DAIŞ’ê hatin paqijkirin û piştî 5 salan Muzeya Reqa jî hat rizgarkirin.
YEKEM CAR HAT DÎTIN
Piştî bi salan, muze yekem car hat dîtin. Muze hatiye wêran kirin. Tabeleya muzeya ku li navenda bajêr dimîn e, parçe parçe kirin e. Muzeya ku DAÎŞ’ê mîna baregeha leşkerî bikar anî, şopên pevçûnên bi tund xuya dikin. Li muzeya ku demek dirêj sekvanên DAIŞ’ê lêbûn, hatiye mayîn kirin.
HEMÛ NIRXÊN DÎROKÎ DIZÎN Û FIROTIN
DAIŞ’ê gelek dîwarên li ber muzeyê xirab kirin û kevirin li ser wan xaç heyî parçe parçe kirin û avêtine eywana muzeyê. Li muzeya bajêr a dikeve bakurê rojhilatê Sûriyeyê, gelek eserên girîng ên dîrokî û arkeolojî hebûn. Di muzeya bajêr a ku cih û warê mirovahiya berî zayînê 9000 sal lê dijiyan de, parçeyên kevnare, zêr, keval, pareyên hêsinî û peykerên figurên mirovan cih digirt. Bi dagirkirina DAIŞ’ê re hemû tişt hatin talan kirin û tune kirin. Gelek eserên dîrokî yên hatin talan kirin di ser Tirkiyeyê re şandin welatên Ewropayê. Di heman demê de Peykara Xwedawanda Îştar a berî zayînê 3 hezar sal û stûn û mozaîkên serdema Roma (Apamea) yên binavê Afamya li muzeyên hebûn.
DAIŞ’ê HÛNDIRÊ MUZEYÊ BI MAYÎN KIRIYE
Ji ber ku hûndirê muzeyê hatiye mayîn kirin, şervanên QSD’ê destûr nadin ku kes bikeve hûndir. Lê di paçeyan de mirov rewşa dawîn a muzeyê dibîne. Her tişt hatiye şewitandin û wêran kirin. Hemû eserên dîrokî hatine dizîn û panoyên ji bo danasîna eseran hatine şkandin. Li pişt muzeyê mizgeftek dîrokî heye. Ketina eywana muzeyê dane ber agir û kevirên dîrokî yên diketina muzeyê de ji cihê wan hatin derxistin.
HILDAN PARASTINÊ
Şervanên QSD’ê muze kirin bin parastinê û mayînên ku DAIŞ’ê danîn îmha dikin. Li bendê ye ku ekîbeke taybet a QSD’ê mayînên hûndirê muzeyê îmha bikin. Şervanên QSD’ê dest bi paqijkirina xurdeyên li derdora muzeyê kirin.