Komîna Dokumanter a Gulistan Tara bertek nîşanî sansûrkirina ‘Vejîna Kurd’ da

Hesabê YouTube yê belgefîlma "Vejîna Kurd" bi hinceta "binpêkirina polîtîkayên rêxistinên sûc ên tundûtûj" hate girtin. Komîna Belgefîlmê ya Şehîd Gulistan TARA girtina hesabê belgefîlmê weke sansurê bi nav kir.

Belgefîlma “Vejîna Kurd” a ku li ser dîroka berxwedana gelê Kurd hatiye kişandin li ser medyaya dîjîtal hat weşandin. Belgefîlm piştî hate weşandin rastî êrîş û astengiyên cuda hat.

Platforma YouTube hesabê fermî yê belgefîlmê bi hinceta "binpêkirina polîtîkayên rêxistinên sûc ên tundûtûj" girt û gihîştina naveroka belgefîlmê asteng kir. Astengkirina belgefîlmê rastî bertekan hat.

Komîna Dokumantera Şehîd Gulistan TARA derbarê astengkirina belgefîlmê de daxuyanî da û ev tişt parve kir: 

"Belgefîlma me ya navê "Vejîna Kurd" ji roja ku dest bi weşana xwe li ser medyaya dîjîtal kir ve rastî gelek êrîş û astengiyên dewleta Tirk hatiye.  Herî dawî, îro hesabê me yê YouTube ji ber qaşo "binpêkirina polîtîkayên rêxistinên sûc ên tundûtûj" hate girtin. Erka belgefîlmekê; vegotina şahidên serdemê, belge û dîmenên pêvajoyên dîrokî wekî sûc hatine hesibandin. Ji ber vê yekê, şêwaza vegotina me ya objektîf û dîrokî ya rast hatiye astengkirin.

Tevî van hemû astengiyan jî temaşevan û şopînerên me dikarin belgefîlma me piştî weşana wê li ser Sterk TV û Medya Haber TV li ser kanala me ya telegramê (https://t.me/taradokumanter) temaşe bikin. Her wiha, ji bo temaşe kirina beşên dokumantera me, malpera me ya Komîna Dokumanter a Şehîd Gulistan TARA wê di demek nêzîk de amade be.

Kanala me ya Telegramê
https://t.me/taradokumanter.”